Wesayîta ku karkerên demsalî tê de bûn qûlipî

  • 13:39 6 Tîrmeh 2022
  • Rojane
KONYA - Li Konyayê, minîbusa ku karkerên demsalî tê de bûn qulipî. Di encamê de 2 kesî jiyana xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn.  
 
Li nêzî Taxa Buyukoba ya navçeya Ilgin a Konyayê mînîbusa ku karkerên demsalî tê de bûn, qulipî. Li ser agahdarkirina kesên di cihê bûyerê re derbas bûn gelek ambûlans û tîmên cendermeyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, piştî mudaxileya ewil birîndar rakirin nexweşxaneyên li navçeyên Yûnak, İlgin û Akşehîrê. 
 
2 karkerên rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. Dermankirina 17 karkeran jî berdewam dike.