Li dijî êrîşên li ser herêmê Rêveberiya Xweser daxuyanî da

  • 12:50 6 Tîrmeh 2022
  • Rojane
ŞEHBA - Li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê daxuyanî da. 
 
Bi armanca şermezarkrina êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê li Wargeha Berxwedanê ya Kantona Şehbayê daxuyanî dan. Hemû endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê, Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê, partî û saziyên siyasî û şêniyên Efrîn û Şehbayê amede bûn. Di daxuyaniyê de alên Meclîsa Malbatên Şehîdan û wêneyên komkujiyan, her wiha pankertên bi nivîsa "Tirkiyeyê erdê me dagir kiriye, zarokên me dikuje û Rûsya hevkarê wê ye" û "Ji bêdengiya navdewletî ya li hember dagirkeriya dewleta tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re na" hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya herêma Efrînê Bêrîvan Xelîl ve hat xwendin.
 
Daxiyanî wiha ye: 
 
"Dewleta tirk a dagirker bi gefxwarinên xwe dijminatiya xwe ya li dijî ax û gelên Sûriyeyê bi taybet li dijî Gelê Kurd didomîne. Bi armanca dagirkirina zêdetir a axa Sûriyeyê û wêrankirina herêmên mayî girseyên leşkerî ava dike û êrişî kesên ji Efrînê hatine koçberkirin dikin. 
Hikumeta AKP'ê ya krîza navxweyî, aboriyê dijî zagonên navneteweyî derbas dike. AKP dixwaze sûdê ji şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê bigire. Bi hinceta avakirina herêmên ewle dagirkeriyê dike. Di heman demê de dagirkirina Til Rifat û Şehbayê tê wateya vekirina rêya dagirkirina Helebê. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku erka xwe bîne cih û dawî li gefên Tirkiyeyê bîne."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrîn û Şehbayê" bi dawî bû.