Ciwanên Kobanê li dijî tecrîdê meşiyan

  • 11:43 6 Tîrmeh 2022
  • Rojane
KOBANÊ - Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, bi dirûşma “Li dijî tecrîdê û îxanetê, werin cenga azadiyê” meşek li dar xist.
 
Bi hezaran ji şêniyên Herêma Firatê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daketin qadan. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên Yekîtiya Jinên Ciwan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Rêxistina Kongereya Star, Parrtiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hatin hildan. Hemû Sazî û Dezgehên Rêveberiya Xweser beşdarî meşê bûn. Meşê ji qada Jina Azad bi berzkirina dirûşmên “Bijî serok Apo”û “Bimire îxanet” dest pê kir û ber bi Qada Şehîd Egîd ve dewam kir û piştre rawestiya. Ji bo bibîranîna têkoşerên azadiyê deqeyeke rêz hat girtin û paşê li ser navê Ciwanên Malbata Şehîdan daxuyanî hat xwendin.
Ji bo raya giştî ya cîhanê
 
Daxûyanî wiha ye:
 
"Em weke Ciwanên Malabata Şehîdan, li dijî tecrîd û îxanetê disekinin û tecrîda li ser gel û Rêber Apo şermezar dikin. Ev demeke dewleta tirk û hevkarên wê PDK bi her awayî êrîşên xwe didin meşandin. Em dibînin tevahî Gelê vê Herêmê bi hevdu re li dijî van rê û rêbazên têkbirinê têkoşînê dikin û li ber her awayê êrîşan dibin bersiv. Her wiha em weke Ciwanên vê Herêmê rê nadin dagirkeran ku armanca xwe li ser axa me pêk bînin.
 
Dewleta tirk bi rêya van kiryaran û gefên li ser gel dixwaze împratoriya Osmaniyan ji nû ve zindî bike. Lê em bi hev re bangewaziya tevahî pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Bi hev re bi dirûşma “Werin Cenga azadiyê” axa xwe biparêzin.”
 
Meş bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.