'Vê perwerdeyê di kesayetan de guhertin daye avakirin'

  • 09:06 6 Tîrmeh 2022
  • Rojane
Sîdra Mamo 
 
ŞEHBA - Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star a herêma Efrînê Newroz Heşêm û mêrên ku tevlî perwerdeyê bûne têkildarî perwerdeya mêran a bi pêşengtiya Kongreya Star hatiye destpêkirin de wiha gotin: "Di destpêkê de neqebûlkirinek hebû, lê niha mêr bi vê perwerdeyê gelek kêfxweş in û dixwazin zêdetir dîroka jinê nas bikin. Divê hemû mêr werin û tevlî vê perwerdeyê bibin, ji bo ku zanista jinê nas bikin."
 
Ji destpêka şoreşê û heta niha her tim jinan li dijî zihniyeta baviksalarî têkoşîn kirine. Her wiha rêxistina jinê ya xweser hatiye avakirin, bi vê yekê re ji bo jin xwe bi rêxistin bikin û rastiya jintiya xwe nas bikin derbasî perwerdeyên Kongreya Star dibin. Lê ji bo ku civakek exlaqî û polîtîk bê avakirin tenê jin azad bibin nabe. Divê ku herdu alî hem jin û hem mêr di aliyê fikir de azad bibin. Ji ber vê yekê bi pêşengiya Kongreya Star a herêma Efrînê li Kantona Şehbayê perwerdeyên xweser ên mêran ji aliyê Kongreya Star ve hatine destpêkirin. Perwerde tenê ji aliyê jinan ve tên dayîn û hemû wane têkldarî jinê ne. Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star a herêma Efrînê Newroz Heşêm û mêrên ku tevlî perwerdeyê bûne ji ajansa me re axivîn. 
 
'Waneyên tên dayîn derbarê zanista jinê de ne'
 
Newroz Heşêm di destpêka axaftina xwe de behsa perwerdeya ku ji mêran re hatiye destpêkirin, kir û wiha bi lêv kir: "Di komxebata me ya herî dawî de, me biryara destpêkirina perwerdeyên ji bo mêran a xweser dabû. Me dixwest mêr jî bên perwerdekirin lê belê berê derfet tune bû. Dema ev derfet çêbû me yekser ev dewre vekir. Yekemîn dewre bi navê pakrewan Ferhad Şiblî bi beşdarbûna 19 kesan ên ji hevserokên komînan hatiye vekirin. Armanca me ya van perwerdeyan ew e ku em zihniyeta mêr û çawa difikirin nas bikin. Bi taybet nêrîna wan di aliyê jinê de çawa ye û ji bo jinê çi difikirin. Ev dewre wê 17 rojan dewam bike lê waneyên ku tên dayîn bi giştî derbarê jinê de ye. Weke civaka xwezayî, Jineolojî, hevjiyana azad, dîroka jinê û gelek waneyên din têkildarî jinê tên dayîn. Ev dewre bi waneya girîngiya perwerdeyê hat vekirin û wê bi waneya mîsaqa Kongreya Star bi dawî bibe."
 
'Vê perwerdeyê di kesayetan de guhertin daye avakirin'
 
Newroz Heşêm da zanîn ku ji destpêka perwerdeyê û heta niha guhertin di kesayeta mêran de hatiye çêkirin û wiha dom kir: "Di navbera roja yekem û niha de gelek cudahî hene, ji ber ku destpêkê neqebûlkirin hebû, lê niha mêr bi vê perwerdeyê gelek kêfxweş in û dixwazin zêdetir dîroka jinê nas bikin. Heta di aliyê jiyanî de gelek xwe bi pêş xistin û êşa jinê hîs kirin. Her tim dibêjin 'me tenê jin ji bo mal û zarokan nas dikir lê bi rêya vê perwerdeyê me nas kir ku jin wateya rast a jiyanê ye'. Ji ber vê yekê niha hewl didin ku piştî perwerdeyê wê vegerin nav civakê û tiştên ku nas kirine bi awayekî pratîk pêk bînin. Her wiha gelek kêfxweş bûne ku em wek Kongreya Star vê perwerdeyê li dar dixin. Piştî vê dewreyê em ê gelek dewreyên din jî ji bo mêran bidin destpêkirin, ev kar û xebata me wê berdewam bike. Ji ber ku tenê pewerdekirina jinê têr nake. Divê herdu alî bên perwerdekirin ji bo ku em rast bigihêjin civakek exlaqî û polîtîk."
 
'Jinê her tişt afirandiye û civak bi rê ve biriye'
 
Hevserokê Komîna Duyem ê Wargeha Berxwedanê Omer Hemkewî diyar kir ku ev perwerde bandor û guhertinek mezin li ser kesayeta wî çêkir û wiha got: "Ev heft roj in em derbasî perwerdeyê bûne, bi rastî em gelek kêfxweş in ji ber ku perwerde ji aliyê jinê ve tê dayîn. Li vê derê jiyanek pir xweş em bi hevdu re derbas dikin. Jiyan li vê derê komînal e. Bi rêya vê perwerdeyê fikir û nêrîna me ji aliyê jinê ve pir hat guhertin û sererastkirin. Me nas kir ku çawa jin di destpêkê de her tişt afirandiye û çawa civak li se hezkirin û exlaqê bi rê ve biriye. Her wiha me nas kir ku çawa pergala kapîtalîst em li gor berjewendiyên xwe bi kar anîye. Ji ber vê yekê banga me ji hemû mêran re heye ku berê xwe bidin vê perwerdeyê ji bo ku rastî û jinê nas bikin." 
 
'Jinê her tim pêşengtî kiriye'
 
Hevserokê Komîna Navçeya Ehrezê Xelîl Hesen da zanîn ku divê hemû mêr tevlî vê perwerdeyê bibin ji bo ku zihniyeta baviksalarî ji holê rakin û wiha anî ziman: "Divê hemû mêr werin û tevlî vê perwerdeyê bibin, ji bo ku zanista jinê nas bikin. Bila werin û nas bikin ku çawa ji destpêkê û heta niha mêr, jin kirine kole û rastiya pergala kapîtalîst nas bikin. Ez gelek bi van wêneyan bi bandor bûm. Ji ber ku vê perwerdeyê hişt ku ez bi çavekî din li jiyanê binêrim û rastiyê bibînim. Ji ber vê yekê dema ku em bang dikin û dibêjin 'jin jiyan azadî' divê ku em bizanibin wateya rast a vê hevokê çiye. Ji bo em jinê nas bikin jî divê em derbasî vê perwerdeyê bibin."