Qanûna dezenformasyonê: Ya rîsk ya alîgirî

  • 09:03 5 Tîrmeh 2022
  • Rojane
Oznur Deger
 
ENQERE - Qanûna dezenformasyonê ku wek qanûna sansurê tê binavkirin ger bikeve meriyetê wê zextek cidî li ser rojnameger û civakê bike. Ev qanûn wê azadiya fikr û ramanê bi giştî ji holê rake.
 
Qanûna dezenformasyonê pêşkêşî meclîsê hat kirin û pêşnûme di 2’ê hezîranê de li Komîsyona Mecrayên Dîjîtal û piştre jî di 15’ê hezîranê de di komîsyona edeletê de hat qebûlkirin. Tê payîn qanûn di meha cotmehê de di Lijneya Giştî ya Meclîsê de bê destgirtin û piştî di Komîsyona Mecrayên Dîjîtal de hat qebûlkirin 6 roj şûnde li Amedê 20 jê kedkarên çapemeniyê 22 kes hatin binçavkirin û di 16’ê Hezîranê de 16 rojnameger hatin girtin.
 
Me der barê qanûna sansurê de hinek dane berhev kirin. 
 
Mudaxaleya li dijî azadiya fikr û ramanê
 
Qanûn ji 40 xalî pêk tê û bi îdiaya ‘agahiyên şaş belav dikin’ ji bo rojnamegeran ji salekê heta 3 salan xala ku ceza dixwaze heye. Her wiha di alî dayîna qerta çapemeniyê de jî di hukman de nûbûn hene û pêşî vedikin ku qertan bidin alîgiran.  Her wiha rayeyên Saziya Ragîhandin û Teknolojiyên Zanistî ya di qanûnê de (BTK) jî tê berfirehkirin. Wê qanûn azadiya firk û ramanê zêdetir bike bin zextê û torên nûçegihaniya dîjîltal jî asten bike.
 
Bi pêşnûmeyê malperên nûçeyan ên înternetê jî digire çaçoveya venasîna weşanên bi dem.
 
Xala 29’an: daxuyaniya fermî dê esas bê girtin
 
Yek j xala herî zêde tê nîqaşkirin xala 29’an e.  Di xalê de îbareyên wek ‘kesên aştiya civakî xera bikin, ewlehiya welat, pergala cemawerî xera bikin wê ji salekê heta sê salan bên cezakirin’ cih digirin û li gorî xalê ji bo  kesên ‘agahiyên berovajî belav bikin’ wê heta sê salan ceza bê dayîn. Her wiha ji bo saziya ku rojnameger têde dixebite jî wê astengiya weşanê pêk bê.
 
Rojnameger ya wê rîskê bigire yan jî wê bibe alîgir
 
Rojnamegerê ku nûçeya êrîşeke nîjadperest ya li hember penaber û Kurdan çêbike û ji aliyê saziyên fermî ve bê derewandin wê ceza lê bê birîn.  Li gorî vê xalê ya rojnameger wê rîskê bigire yan jî wê bibe alîgir. 
 
Rayeyên saziya îlana çapemeniyê tê berfirehkirin
 
Di pêşnûmeqanûnê de rayeyên Saziya Îlana Çepeniyê jî tê berfirehkirin. Li gorî vê rayeya derxistina weşanan ji Serdozgeriyên Komarê tên girtin û didin Saziya Îlana Çapemeniyê. Ger qanûn bikeve meriyetê wê  raye ji serdozgeriya komarê bê girtin û bidin saziya îlana çapemeniyê. Lijneya Giştî ya Saziya Îlana Çapemeniyê ji 36 kesî pêk tê û ji malperên nûçeyên înternetê yên îlana fermî du kes, du kes jî ji aliyê serokomariyê ve û ji RTUK’ê jî du nûner bên diyarkirin. Li gorî vê hejmara lijneya giştî ya saziya îlana çapemeniyê wê ji 36’an derkeve 42’an. Her wiha ger ku Saziya îlana çapemeniyê bibe xwedî şertên hatine diyarkirin, piştî dayîna beyanameyê şûnde di du hefteyan de agahiyên bi îdiaya li dijî rastiyê ne wê sererastkirina ji xwediyê weşanê bixwaze. 
 
Ji bo saziyên dewletê cudahî
 
Her wiha wê îlanên saziyên çapemeniyê yên girêdayê serokomarî û wezaretan di Portala Saziya Îlana Çepemenyê de ferz be û pere ji wan neyê girtin.
 
Xala bi nîqaş: Hukma qerta çapemeniyê
 
Yek ji xalên herî zêde tê nîqaşkirinê xala der barê qertên çapemeniyê ye. qerta çapemeniyê ya turkuaz ya ku ji aliyê  wezareta ragîhandinê ya serokomariyê ve dihat dayîn bi sererastkirinên nû yên di xalê de wê ji bo rojnamegerên muxalîf neyê dayîn.
 
Di bin 5 sernavan de qerta çapemeniyê
 
Qerta çapemeniyê ji nû ve di bin 5 sernavan de yên wekê qerta çapemeniyê ya bi dem, qerta çepemeniyê ya demborî, qerta çapemeniyê ya serbest, qerta çapemeniyê ya bêdem, hatin sererastkirin. Li gorî vê qerta çapemeniyê ya ji 5 sernavan pêk tê wiha ye:
 
* qerta çapemeniyê a girêdayê pewyirê: qerta ji bo kedkarên çapemeniyê û enformasyonê ku girêdayî saziyek çapemeniyê ne tê dayînê,
 
*qerta bidem: qerta çapemeniyê ya ji bo kedkarên çapemeniyê ku peywira wan li Tirkiyeyê ye tê dayîn
*qerta demborî: kedkarên cihê xebata wan Tirkiyeye û ji bo demekê li Tirkiyeyê ji bo nûçeyan dixebitin tên dayînê ye,
 
*qerta serbest: Ji bo demekê ji bo kedkarên çapemeniyê yên naxebitin tên dayînê ye,
 
*Qerta bêdem: Ji bo kedkarên ku herî kêm 18 sal xizmeta wan heye tê dayînê. 
 
Li gorî qanûnê wê  ji bo nûnerên komele û weqfên ku bi biryara serokomariyê hatine tespîtkirin jî qerta çapemeniyê bê dayîn.
 
Wê kî qertên çapemeniyê bigirin?
 
Li gorî qanûnê kesên ji bo qertê serlêdanê bikin divê 18 sal temenê xwe tije kiribûn, herî kêm ji lîseyê mezun bibin, ji xizmetên cemawerî ne qedexekirî bin. Her wiha ji bo serlêdanê bikin divê ji sûcekî ceza negirtibin. Komîsyona Qerta Çepemeniyê ji 9 endaman wê pêk bê. Peywira endamên komîsyonê du sal e. Endamên dema wan tije bibe dikare ji nû ve bên hilbijartin. Her wiha li gorî qanûnê qertên çapemeniyê , li gorî xalên hatine sererastkirin ger ku rojnameger ne xwedî van krîteran be dikare qerta wan bê betalkirin. Şert û mercên qertên çapemeniyê jî wê ji aliyê serokatiya ragîhandinê ve bên diyarkirin. Li gorî vê jî em dikarin bêjin girtina qertê ji bo rojnamegerên muxalîf wê zehmet bin.
 
Ligel vê nûçegîhaniya înternetê jî wê bikeve bin rîskê û naverokên weşanan wê ji aliyê serdozgeriya komarê ve bên xwestin û wê bi salan bên muhafazakirin û li gorî vê wê li ser weşanên înternetê mudaxale bê kirin. Her wiha bi vê qanûnê whatsab, telegram jî dikeve bin rîskê,  der barê hevdîtinên kesan de dikare dane bên xwestin. Ligel vê rayeyên BTK’ê ku gelek caran weşanên çapemeniyan asteng  dikin jî wê bên berfirehkirin.