Li Newala Îsaaxa'yê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin

  • 15:04 4 Tîrmeh 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Gundiyên mezrayên Newala Îsaaxa û Zûranê ku bertek nîşanî veguhestina saetên ceyranê ya li ser dîrekan dan, rastî mudaxaleya cendirmeyan hatin, polîsan jî TOMA sewqî gund kirin. Herî kêm 15 kes hatin binçavkirin. 
 
Li mezrayên Newala Îsaaxa û Zûranê yên girêdayî gûndên Dîrsekliya navçeya Cizîrê ya Şirnexê di navbera tîmên Ceyranê yên Şîrketa Anonîm a Belavkariya Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ku xwestin saetên ceyranê bikêşin ser dîrekan û gundiyan de nîqaş vegûherî aloziyê. Di aloziya ku derketî de bi sedan leşker bi sedan bombeyên gaza îsotê û bi tonan ava şid mudaxileyî gundiyan kir. Piraniya wan jin 6 kes ji ser hişê xwe çûn. Bi daxwaza cendirmeyan polîsan TOMA sewqî cihê bûyerê kirin. Li aliyê din sewqkirina leşkeran a gund jî didome. 
 
Di êrişan de zarokek 14 salî birîndar bû
 
Di aloziya ku derketî de leşkeran 2 jin binçav kirin. Ji ber gundiyan bertek nîşanî binçavkirinê dan, jinên ku hatin binçavkirin hatin berdan.
 
Di êrişan de zarokek 14 salî birîndar bû. Zarok birin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.  
  
15 kes hatin binçavkirin
 
Bi êrişa leşkeran herî kêm 15 kes hatin binçavkirin. Welatiyên hatin binçavkirin navên wan wiha ne:Newroz Acar, Asya Acar, Egid Ruvanas, Sait Guzungul, Ridvan Ruvanas, Cebbar Ruvanas, Cemal Ruvanas, Mirhas Ruvanas, Mustafa Ruvanas, Suleyman Ruvanas, Mahsun Ruvanas, Metin Ruvanas, Y. Ruvanas ve Reşit Ruvanas. 
 
Aloziya li gund didome.