ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2022'YAN

  • 09:00 4 Tîrmeh 2022
  • Rojev
*Berdevka Yekitiya Ciwanên Şengalê Sara Botan, derbarê Kongreya Jinên Ciwan ên Şengalê de ku berî bi demeke kurt hat lidarxisitn de nirxandin kir. Sara diyar kir ku wan ji bo tola jinên di fermanê de hatin qetilkirin û ên ku hîna di destên çeteyande ne hilînin ev kongre li darxistine û got, "Em ê tola fermanê bi hêza jinên ciwan hilînin." DÎMEN HEYE
 
*775 parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û sê girtiyên din ên li Îmraliyê re, serî li serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn û hîna bersiva parêzeran nehatiye dayîn. Yek ji parêzerên ku serlêdan kiribû  Necla Mizgîn Argiş da zanîn ku hevdîtinên bi dozgerî û midûriyeta girtîgehê re didomin di rewşa bersivek neyînî bê dayîn de wê serî li Dadgeha Destura Bingehîn bidin. DÎMEN HEYE
 
*Muzîkjen Helîn Randa qedexeyên li ser çanda Kurd nirxand û da zanîn ku bi şîdeta li ser çand û zimanê Kurdî, dewlet bêçandiyê ferz dike. Helînê diyar kir ku ne qedexe ne jî pêkanînên kêfî nikarin muzîk û hunerê bêdeng bikin. DÎMEN HEYE
 
*Sekretera Nûneriya TÎHV'ê ya Wanê Sevîm Çîçek der barê raporên ATK’ê yên ji bo girtiyên nexweş wekê ‘dikare girtî bimînin’ de axivî û got ATK sûc dike û wiha vegot: “Vê nekin, bi polîtîkayên xwe yên ewlehkariyê nebin sedema jiyana mirovan.” DÎMEN HEYE
 
*Jinên siyasetmendar ên kurd timî di hedefa îqtidara AKP-MHP’ê de ne. Li rex ku gelek jinên siyasetmedar hatin girtin di derbarê gelekan de jî doz hate vekirin. Jinên Amedê li dijî girtina siyasetmendarên jin bertek nîşan dan û gotin: "Ew tenê ji ber jin in an jî ji ber kurd in têne girtin." DÎMEN HEYE
 
*Dayika Şemiyê Sarê Demîr ku bi salan e ji bo aştî, azadî û yekîtiyê têdikoşe û bêyî ku kujerên zarokên xwe bibîne jiyana xwe ji dest da, gotina wê ya dawî wiha bû: “Piştî ku ez mirim negirîn. Beriya ku ez bimirim dixwazim kujerên zarokên xwe bibînim.” BI DÎMEN