Li Wanê êriş li penaberan hat kirin: Zarokek hat kuştin
- 08:10 4 Tîrmeh 2022
- Rojane
WAN - Li gundê Karahîsara bi ser navçeya Seraya Wanê ve dolmîşek penaberan ji aliyê leşker û cerdevanan hat gulebarankirin.
Li gundê Karahîsara bi ser navçeya Seraya Wanê ve bûyerek xemgîn qewimî. Leşkeran û cerdevanan dolmîşek ku penaberên Afgan lê siwar bûn gulebaran kir. Di êrişê de zarokek 4 salî yê penaber hat kuştin û herî kêm 13 penaber jî birîndar bûn. Gelek ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin û birîndaran rakirin nexweşxaneyên li bajêr.