Zarok Ma'yê konser li dar xist
- 21:39 3 Tîrmeh 2022
- Rojane
AMED - Koma Zarok Ma û Orkestraya Rîtmên Xwezayî ya Xwendekarên Akademiya Zarokan a Ma'yê bi konserekê salvegera xwe pîroz kir.
Akademiya Ma Muzîkê di çerçoveya yekemîn salvegera damezirandina Zarok Ma'yê de bernameyên xwe didomîne. Tekîldarî bernameyan îro jî Koma Zarok MA û Orkestraya Rîtmên Xwezayî ya Xwendekarên Akademiya Zarokan a Ma Muzîkê li li Sehneya Servekirî ya Zarok Ma'yê hat lidarxistin. Şagirt û malbatên xwe beşdarî konserê bûn.
Bi Heylo Dilo dest bi konserê kirin
Ewil Koma Zarok Ma bi çepikên temaşevanan derket ser dikê û bi strana gelerî 'Heylo Dilo' dest bi konserê kirin. Piştî konsera Koma Zarok Ma , Orkestraya Rîtmên Xwezeyî bi enstrumanên wekî bîdon, kevçî û pet derket ser dikê. Orkestra bi strana 'Zimanê kurdî' dest bi strandinê kir. Pişt re jî strana 'Keleşo' zarokan û malbatan pêk ve gotin.
'Tevî qedexekirinan em zarokên xwe bê stran nahêlin'
Piştî konserê perwerdekarê Ma Musicê Şêrko Kanîwar axaftinek kurt kir . Şêrko spasiya malbatan kir û ku zarokên xwe dişînin Zarok Ma'yê û got:"Em li dijî hemû qedexekirinan, zarokên xwe bê stranên kurdî nahêlin."
Konser bi gerandina govendê bi dawî bû.