Peyama TJA'yê ya ji bo HDP'ê: Çareserî jin in

  • 14:52 3 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
 
ENQERE - TJA’yê ji bo 5’emîn Kongreya Mezin a Asayî ya HDP’ê peyam şand û got, “HDP îro bûye sîwana têkoşîna jinan û gelan. Ji ber vê yekê HDP çareseriya hemû êrîş, tundî, şer û krîza aborî ya li Tirkiye û Kurdistanê ye. Çareserî jinên kurdistanî û tirkiyeyî ne."
 
5. Kongreya Mezin a Asayî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi coş dewam kir, Tevgera Jinên Azad (TJA) jî ji kongreyê re peyam şand.
 
Peyama TJA'yê wiha ye:
 
“Wekî TJA’yê em delegasyonê û hemû jinan bi ruhê tevgera jinê, bi coş û baweriyeke mezin silav dikin. HDP di demeke dîrokî de 5'emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar dixe. Em weke TJA îro bi hemû hêza xwe li salona kongreyê ne û li cem HDP’ê ne. HDP destkeftiya jinên kurdistanî û yên tirk. Ev demeke dirêj e li qadên siyaseta demokratîk, li jin û ciwanan êrîş û şîdeteke bêhempa tê kirin.
 
Desthilatdariya baviksalarî dixwaze hemû destkeftiyên jinan tune bike. Ji Peymana Stenbolê vekişiyan, pergala hevserokatiyê hate hedefgirtin, kujerên jinan tên parastin û bê ceza dimînin. Di heman demê de bi taybetî li ser jinên ciwan û jinên kurd polîtîkayên şerê taybet tên meşandin û hemû jinên ku li dijî van polîtîkayan ji bo azadiya jinê têdikoşin tên darizandin û dîl tên girtin. Lê jin dîsa jî dev ji têkoşînê bernadin. HDP îro bûye sîwana têkoşîna jin û gelan. Ji ber vê yekê HDP çareseriya hemû êrîş, tundî, şer û krîza aborî ya li Tirkiye û Kurdistanê ye. Çareserî jinên kurdistanî û tirkiyeyî ne. Çareserî ciwan in, çareserî bi gel re siyaseta demokratîk e. Çareserî em in, serkeftin ya me ye. Jin jiyana azadî.”