Bi deh hezaran kes bi govend û dirûşman li Enqerê ne

  • 10:04 3 Tîrmeh 2022
  • Rojane
ENQERE - Bi deh hezaran kesên ku ji bo 5'emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP'ê berê xwe dan Enqerê bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" peyama xwe ya ewil dan.
 
Ji bo ku tevli 5'emîn Kongreya Asayî ya Mezin a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bibin ji Colemêr heta bi Edîrneyê, ji ji Trabzonê heta bi Îzmîrê û ji Amedê heta bi Stenbolê ji gelek bajarên Tirkiye û Herêmê bi deh hezaran kesên derketin rê gihîştin Enqerê. Ji 7 salî heta 70 salî kesên ku herikîn Eywana Sporê ya Arenayê li ber eywanê govend girtin.
 
Bi dirûşman dest pê kirin
 
Serê sibê saet di 08:30 de bi hezaran kes bi dirûşm û alên HDP'ê ji aliyê Parka Ciwanan ve ketin salona ku ketina salona kongreyê lê hatiye çêkirin. Bi hezaran kesên ketin qadê bê navber dirûşmên “Bi Serok jiyan nabe” û “HDP gel e gel li vir e” berz kirin.  Jin bi çiqilê zeytûnê ku sembola aştiyê ye ketin salonê û peyama têkoşîna li dijî zilmê dan.
 
Ji bo girtiyan peyam
 
Li salonê bi hezaran kes bi dirûşmên "HDP gel e gel li vir e", "HDP hêvî ye, hêvî li ber xwe dide" peyama têkoşîna li dijî zilma li ser HDP'ê dan. Bi dirûşma" Bijî berxwedana zindanan" girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hat şewitandin nehatin jibîrkirin. Herwiha  Girseyê bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê jî û dirûşmên "Bîjî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" berz kir.
 
Coş dest pê kir
 
Bi hezaran kesên ku ketin eywana kongreyê, tevî rêyeke dûr  û dirêj ku jê hatin bi dirûşm û govendê tevlî coşa kongreyê bûn. Kesên ku di saetên serê sibehê de li salonê li ser piyan rawestiyan bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” peyama ewil a kongreyê dan.
 
Bi hezaran kesên ber bi salonê ve diherikin bi govend û dirûşman bendemayîna xwe didomînin.