Parêzera Fatma Tokmak: Rapor rastiyê nîşan nade

  • 09:15 3 Tîrmeh 2022
  • Rojane
Marta Somek-Safiye Alagaş
 
STENBOL- Girtiya nexweşa giran Fatma Tokmak 22 sale  girtiye û Saziya Tipa Edlî du sal şûnde rapora ‘li girtîgehê dikare jiyana xwe tenê bidomîne’  da. Parêzera wê jiyan Kaya da zanîn ku rapor rastiyê nîşan nade û wiha vegot: “Daxwaza Fatmayê ev e ku di hawirek baş de bijî, dermankirina wê bê kirin û bê tahliyekirin. Ji ber vê jî divê Fatma demildest bê tahliyekirin.”
 
Fatma Tokmak a di 1996’an de li Kocaeliyê hat binçavkirin bi kurê xwe Azad yê du sal û nîv re 20 rojan di bin çavan de îşkence lê hatibû kirin û ev 22 sal e li girtî ye. Fatma nexweşa dil e û ji ber xwîn pompeyê dilê wê nabe divê hefteyê carê xwîna wê bê guherîn û nexweşa şekire jî. Fatma Tokmak bi salane tevî nexweşiya giran di şertên tecrîdê de tê girtin. Parêzerên Fatmayê, hevseroka giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, Jiyan Kaya û Jiyan Tosun di 2020’î de ji ber pandemiyê serî li ATK’ê dan û daxwaz kirin ku înfaza Fatmayê bê taloqkirin û tahliyeya wê xwestin. Lê Fatmaya ji ber butonên lezgîn yên girtîgehê hatibûn girtin, ji ber di vegera nexweşxaneyê de 14 rojan di karantînayê de dima û ji ber nexweşiyên xwe nexwest tenê bimîne nikaribû biçe ATK’ê.
 
Bi tena serê xwe dikare bijî?
 
Piştî du salan di meha Gulanê de ku jê re negotin wê didin ATK’ê, Fatmayê jî fikiriye ku diçe nexweşanê û agahî neda parêzeran. Fatma piştre fêr dibe ku li ser daxaza parêzan a diçe ATK’ê. Di 20 û 30’ê Gulanê de du caran Fatmayê dibin ATK’ê û encama raporên wê di 13’ê Hezîranê de diyar bû. ATK’ê nexweşiya giran a Fatmayê nedît û got  "dikare tenê jiyana xwe bidomîne."
 
Nexweşiya wê tune ye!
 
Di raporê de hat gotin ku di rewşa ku diyetek bi rêk pêk, dermankirin û kontrolên polîklînîk bên kirin de dikare înfaza xwe bidomîne. Di raporê de biryar hat dayîn ku Fatma ne nexweşa giran e û îdiakirin ku nexweşiyek wê ya her tim tune û nexweşiyên heyî jî ji nedîtîve hat.
 
Parêzera wê Jiyana Kaya der barê rapora ATK’ê û nexweşiya Fatmayê de nirxandin kir.
 
Serlêdana parêzeran hat redkirin
 
Jiyanê da zanîn ku Fatma 2005’an de ji ber nexweşiyê hatiye tahliyekirin, di 2010’an de bi teqezbûna ceza re dîsa hatiye girtin û got: “Rewşa Fatmayê wê demê jî ne baş bû.  Di 2014’an de di raporên TÎHV’ê amade kir de hat gotin ku nexweşiyên wê yên romatîzma giran, dil, astim, hîpertansiyonê hene û nikare girtî bimîne. Parêzeran ji bo taloqkirina înfazê serlêdan kir. Lê daxwaza hat redkirin. Di dema pandemiyê de me dîsa serlêdan kir. Me got divê di van şertan de Fatma bê tahliyekirin.”
 
'Her gav di bin xetera krîza dil de ye'
 
Jiyanê bi lêv kir piştî serlêdanê dozgeriyê Fatma sewqî ATK’ê kiriye û wiha daxuyand: “Fatma nikaribû biçe ATK’ê. Dema diçû nexweşxanê di vegerê de di karantînayê de dima. 14 rojan di hucrê de tenê dima. Ne pêkan bû Fatma 14 rojan tenê bimîne. Nexweşa dil, astim, romatîzmayê ye. Her gav di bin xetera krîza dil de ye.Ji ber vê Fatmayê wê demê nexwest biçe ATK’ê.”
 
Ji ATK’ê  bersiva carek din ‘dikare girtî bimîne’
 
Jiyanê di berdewamiyê de wiha daxuyand: “Fatma di pandemiyê de du salan neçû nexweşxanê. Di demên dawî de rewşa wê giran bû. Îdara girtîgehê neçar ma bibe nexweşxanê. Fatma 14 rojan di karantînayê de ma. Ji ber vê nexwes carek din biçe nexweşxanê. Piştî pandemî bi dawî bû Fatma şandin ATK’ê. Di meha gulanê de Fatma li ATK’ê hat dermankirin. Rapor di 13’ê Hezîranê de derket. Lê di raporê de hat gotin ku Fatma dikare girtî bimîne. Her wiha Fatmayê nizanibû wê biçe ATK’ê. Jê re gotine wê dibin nexweşxanê.  Rapor li gorî rêgezên bijîşkiyê nayên amadekirin. Divê bijîşkên serbixwe tevli vê pêvajoyê bibin û van raporan li ber çavan bigirin. Di 2014’an de bijîşkên serbixwe rapora nikare girtî bimîne dan Fatmayê. Di navberê de 8 sal derbas bûn lê ATK’ê ew rapor tune hesiband û dibêje Fatma dikare girtî bimîne.”
 
Bi wesayîta rîngê dibin nexweşxanê
 
Jiyanê her wiha destnîşan kir ku her cara Fatmayê dibin nexweşxanê bi wesayîta rîngê dibin û ji ber wesayît biçûke girtiye Fatma pirsgirêkên bîhndana tansiyonê dijî û got: “Her wiha li nexweşxanê jî gelek pirsgirêkan dijî. Ji ber nêzîkatî û helwestên doktor, cenderme û karmendên îfazê re tê rû hev.”
 
Daxwaza Fatmayê
 
Jiyanê di dawiya axaftina xwe de  diyar kir ku daxwaza Fatmayê ev e ku di hawirek baş de bijî, bê tahliyekirin û dermankirin û wiha dawî lê anî: “Di pêvajoya girtinê de rewşa Fatmayê her çûye xera bûye. Ji ber vê divê demildest bê berdan. Daxwaza Fatmayê jî di vî alî de ye. Em ê der barê pêvajoyê jî şopdar bin û serlêdanên xwe bikin.
 
Di 4’ê Çileyê 2022’an de nameya Fatmayê şandiye ajansa me: