Odeya Esnaf û Sinetkaran a Amedê meclîsa jinan îlan dike

  • 09:11 3 Tîrmeh 2022
  • Rojane
AMED - Berdevka Meclîsa Jinan a DTSO'yê diyar kir ku ev 4’emîn salvegera avakirina meclîsa jinan e û got: “Piştî avakirina meclîsê jinan pirsgirêkên xwe parve kirin û wan bi hev re gihandin çareseriyê. Ev meclîs jî bû nimûneyek girîng. Lewra em niha di Odeya Esnaf û Sinetkaran a Amedê ya ku xwedî 60 hezar endama ne de, meclîsa jinan deklere dikin."  
 
Meclîsa Jinan a Odeya Bazirgan û Pîşesaziyê ya Amedê dikeve 4’emîn salvegera avabûna xwe. Meclîsa jinan ji roja hatiye avakirin ve ji bo gelek komele, dezdeg û pêkhateyan bû nimûneyek mezin. Berdevka Meclîsê Nevîn Îl di semînera ku ji bo xebatên koparatîfan li Amedê hatiye dayîn de bi ajansa me re axivî. Nevîn di axaftina xwe de diyar kir û ew ê di Odeya Esnaf û Sinetkaran a Amedê de jî bi heman rengî meclîsa jinan ava bikin.
 
‘Piştevanî me bi hêz dike’
 
Nevîn wiha dest bi axaftinê kir: “Ev çar sal in me di DTSO'yê de meclîsa jinan ava kiriye. Ez dixwazim di serî de hinek qala çîroka xwe bikim. Beriya em meclîsa jinan ava bikin mixabin cîgiriya jinan di asta herî kêm de bû. Ango jimara jinan jî hema bêje tûne bû. Salên dirêjin me ev xebat da meşandin. Ji bo ev cîgiriya jinê bilind bibe û cihê xwe ku maf dike bibîne jî me meclîs ava kir. Piştî avakirina meclîsê jinan hemû pirsgirêk û pêşniyariyên xwe baştir bi me re parve kirin û anîn ziman. Me bi hev re pirsgirêk nirxand û ji bo çareseriyê me xebat kir. Ya herî girîng jî piştgirî û piştevaniya jinan a bi hev re derket holê. Bi mezinbûna piştevaniyê re çareserî jî hate avakirin û em serkeftî jî bûn.”
 
‘Em ê projeyên nû ava bikin’
 
Nevîn bi van gotinan axaftina xwe domand: “Di herêmê de, bi ser 100’an koparatîf hatin avakirin. Di van koparatîfan de tengasiyên mezin jî rû didin. Me xwest em van pirsgirêkan di meclîsa jinan de, bi jinan re binirxînin. Ji bo çareseriyê jî em ê gav biavêjin. Em ê li gorî vê bi pêkhateyên fermî, rayedaran re pirsgirêk û pêşniyariyên xwe yên çareseriyê parve bikin. Em ê bi wezîran re bikevin nava têkiliyê. Ji bo koparatîfên hene çalaktir û bi berhemtir bibin jî em ê bikevin nava projeya herêmî.”
 
‘Em ê xwe bigihînin hemû jinan’
 
Nevîn destnîşan kir ku li welat qeyranek aborî heye û wiha berdewam kir: “Di nava jiyanê de û di nava  karkeran de jî beşa herî bi bandor dibe bê guman a jinan e. Ji ber vê sedemê jî me xebatek a semînera kargehan li Amedê da destpêkirin. Ji bo jinên kargeha wan hene ber bi têkçûnê ve neçin em dixebitin. Ji niha ve gelek kargeh hatin girtin û gelek karkerên jin ji kar hatin dûrxistin. Ji bo ev jî werin dîtin me dane berhevkirin û em ê bi raya giştî re parve bikin. Bi piştgiriyê em ê hewl bidin destên xwe bigihînin hemû jinan.”
 
‘Meclîsa jinan tê avakirin’
 
Nevîn diyar kir ku meclîsa jinan ji bo hemû xebatkarên jin bû hêviyek mezin. Nevîn wiha pê de çû: “Meclîsa me ava kiriye gelek serkeftî ye û encamên mezin bi dest xist. Divê li hemû bajaran jî ev yek bê dîtin û meclîsên jinan ava bikin. Odeya Esnaf û Sinetkaran a Amedê ku 60 hezar endamên wan hene wê meclîsa jinan ava bike.”