Ji rojnamegeran bang: Zêdetir piştevanî

  • 09:06 3 Tîrmeh 2022
  • Rojane
Marta Somek
 
STENBOL - Rojnamegeran diyar kirin ku çapemeniya Kurd di hedefa binpêkirin û zextan de ye û wiha daxuyandin: “Mijara esas, parastina pîşe û rojnamegeriyê ye. Parastina rojnamegerên Kurd. Kesên azadiya fikr û ramanê diparêzin û saziyên civaka sivîl divê zêdetir piştevaniyê nîşan bidin.”
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de polisan di 8'ê hezîranê de 20 jê rojnameger 22 kes binçav kirin û 8 rojan di bin çavan de man. Di 15’ê Hezîranê de derxistin dadgehê û 16 kes bi îdiaya endamtiya rêxistinê û propagandaya rêxistinê kirine, hatin girtin. Serdar Altan, Mehmet Alî Ertaş, Safiye Alagaş, Azîz Oruç, Omer Çelîk, Suat Doguhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlum Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncu, Remziye Temel, Abdûrrahman Oncu û Lezgîn Akdenîz bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin. Ji her çar alî cîhanê û welat bertekên li dijî girtina rojnamegeran didomin û bangên divê demildest bên berdan tên kirin. 
 
Rojnamegeran diyar kirin ku hevpîşeyên wan bi awayekî dijhiqûqî û ji ber pîşeya xwe kirine hatine girtin û bang kirin ku divê piştevanî bê mezinkirin û demildest rojnameger bên berdan.
 
Pêvajoya zextê ya li hember rojnamegerên Kurd
 
Edîtora rojnameya Evrenselê Meltem Akyol got mixabin 16 rojnamegerên din li rojnamegerên girtî zêde bûye û wiha dirêjî dayê: “Em bi wan hevalan re li qadê bi hev re xebitîn. Me piştî pêvajoya 2015’an şûnde her tim bi hev re nûçe parve dikirin. Ez bi rastî li dijî girtina wan gelek xemgîn bûn. Gelek hevalên me ev ne girtina wan a ewil e. Ev demek dirêj e li hember rojnamegeran zext hene. Ev parçeyek pêvajoya zextê ye. Divê ev wisa bê nirxandin. Mijara esas li gorî min rojnamegerî ye. Li Tirkiyeyê kîjan rojnameger karê xwe bike ew rastî pêvajoya zextê tê.”
 
‘Hewl didin bêdeng bikin’
 
Meltemê bi lêv kir ku li ser rojname û televîzyonan jî heman zext mijara gotinê ye û wiha got:“Girtina 16 hevalên me bêguman eleqeya wê bi qanûna dezenformasyona anîn meclîsê heye. Divê ev bi giştî wek pêvajoyekê bê dîtin. Ji 7’ê Hezîrana 2015’an şûnde hemû rojnameger ketin bin êrîşek topyekun û hewl dan wan bêdeng bikin. Niha ji 100’î zêdetir girtin hene. Rojnamegerên rastiyê dinivîsin mixabin riya wan bi edliyeyê dikeve. Li qadê dema nûçeyan dişopînin tên girtin.” 
 
‘Ji ber rojnamegerî kirin, hatin girtin’
 
Meltemê axaftina xwe wiha domand: “Desthilatdarî polîtîkaya êrîşa topyekun dimeşîne. Ber bi hilbijartinê ku desthilatdarî gelek tengezar bûye û ji krîza aborî re çareyekê nabîne li her derê Tirkiyeyê deng bilind dibe de, hewl dide ronahiyekê bibîne. Hevalên me yên rojnameger 8 rojan di bin çavan de mane û dawiya 8 rojan hatine girtin. Pirsên hatine kirin, mijarên kirine pirsgirêk jî rastiyê nîşan nadin.”
 
‘Divê em xwedîderketinê rêxistin bikin’
 
Meltemê di dawiya axaftina xwe de banga mezinkirina piştevaniyê kir û wiha dawî lê anî: “Ger îro rojnamegerên Kurd bên girtin û em jî bêdeng bimînin wê dor bê me jî. Me îro dît ku wê dor bê me hemûyan. Ji ber vê jî ev mijar ne mijarek bi kesekî re di heman fikrî de bûne. Mijara esas parastina rojnamegerî û pîşeyê ye. Îro jî parastina rojnamegerên Kurd e. Em neçar in vê pîşeyê biparêzin. Divê em piştevaniyê mezin bikin û xwedîderketinê bi rêxistin bikin.”
 
‘Rojnamegerên Kurd her tim hedef in’
 
Rojnameger Yasemîn Çongar jî destnîşan kir ku binpêkirinên mafan ên azadiya fikir û ramanê her tim berdewam kiriye û wiha dirêjî dayê: “Rojnamegerên Kurd her tim bûn hedefa van binpêkirinan. Îro tişta tê jiyîn jî ev e. Rojnameger ne mecbûr in gotinên dewletê bi kar bînin. Karê rojnamegeran ne ev e ku tiştên ku dewlet dixwaze çêbike. Ya ku wan ji peywirdarên ku propaganda dewletê dike, cuda dike ev e.  16 rojnamegerên hatine girtin jî ji ber vê sedemê hatine girtin.”
 
‘Divê em zêdetir piştevaniyê mezin bikin’
 
Yasemînê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku rojnamegerên hatine girtin bi awayekî dijhiqûqî hatine girtin û wiha dawî lê anî: “Ev pêkanîn çavtirsandineke ji bo hemû rojnamegerên Tirkiyeyê ye. Divê em li dijî vê dijhiqûqiyê zêdetir piştevaniyê nîşan bidin û mafê fikir û azadiyê biparêzin. Tu gumana min tune ye ku wê rojnameger ji ber van îdiayan neyên berdan. Divê em zêdetir bi rojnamegerên Kurd re piştevaniyê bikin.”