ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN

  • 09:00 3 Tîrmeh 2022
  • Rojev
*Jinên Amedê têkiladarî qeyrana heyî berteka xwe nîşan dan. Jinekê got ez li ser çopê nan kom dikim û gelekan jî gotin em bi mûçeya kêmtirîn hewl didin debara xwe bikin, lê têra me nake. Jinan wekî sedema vê xizaniyê îktidara AKP-MHP'ê nîşan dan û gotin: "Em îktidara nikare rêveberiyê bike, naxwazin." DÎMEN HEYE
 
*Piştî agahiya mirina lîderê tarîkatê çapemeniyê, li şûna tarîtiya van tarîkatan lêkolîn bikin wesfa lîderê cemaetê qebûl kirin û piştî Mahmut Ustaosmanoglu şûnde agahiya lîderê nû hat. Di hinek sernavan de tabîra ‘Xoce efendî’ hat bikaranîn û di nokteyeke xwedîderketinê de; hinek saziyên çapemeniyê jî navê kesê mijara gotinê ye bi kar anîn û hem dan nasîn hem jî nirx danê.
 
*Rojnamegeran diyar kirin ku çapemeniya Kurd di hedefa binpêkirin û zextan de ye û wiha daxuyandin: “Mijara esas, parastina pîşe û rojnamegeriyê ye. Parastina rojnamegerên Kurd. Kesên azadiya fikr û ramanê diparêzin û saziyên civaka sivîl divê zêdetir piştevaniyê nîşan bidin.” DÎMEN HEYE
 
*Berdevka Meclîsa Jinan a DTSO'yê diyar kir ku ev 4’emîn salvegera avakirina meclîsa jinan e û got: “Piştî avakirina meclîsê jinan pirsgirêkên xwe parve kirin û wan bi hev re gihandin çareseriyê. Ev meclîs jî bû nimûneyek girîng. Lewra em niha di Odeya Esnaf û Sinetkaran a Amedê ya ku xwedî 60 hezar endama ne de, meclîsa jinan deklere dikin."  
 
*Girtiya nexweşa giran Fatma Tokmak 22 sale  girtiye û Saziya Tipa Edlî du sal şûnde rapora ‘li girtîgehê dikare jiyana xwe tenê bidomîne’  da. Parêzera wê jiyan Kaya da zanîn ku rapor rastiyê nîşan nade û wiha vegot: “Daxwaza Fatmayê ev e ku di hawirek baş de bijî, dermankirina wê bê kirin û bê tahliyekirin. Ji ber vê jî divê Fatma demildest bê tahliyekirin.” DÎMEN HEYE