Mûhlîse Karaguzel 8 rojan di nava nivînan de hat kelepçekirin

  • 16:23 2 Tîrmeh 2022
  • Rojane
STENBOL – Şaxa ÎHD’a Stenbolê di Rûniştina F ya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiya nexweşa giran Mûhlîse Karaguzel û got 8 rojan di nava nivînan de hat kelepçekirin. 
 
Çalakiya “Rûniştina F” ku her hefte ji bo balê bikişîne ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş ji aliye Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ve tê li darxistin, di hefteya xwe ya 536’emîn de li pêşiya avahiya komeleyê hate lidarxistin. Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû, xizmên girtiyan û parazvanên mafên mirovan tev li bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila girtiya nexweş Mûhlîse Karaguzel bê berdan” , “Tedawî maf e nikare bê astengkirin” hatin vekirin û dowizên ku wêneyên girtiyan li ser hatin hilgirtin. 
 
ÎHD’ê di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiya nexweşa giran Mûhlîse Karaguzel a 60 salî ku li Girtîgeha Jinan a Bunyana Kayseriyê tê girtin. Endamê Komîsyona Girtîgehan ê Şaxa ÎHD’ê yê Stenbolê Mehmet Acettîn ê metna daxuyaniyê xwend, diyar kir ku ji ber binpêkirinên mafan ên di girtîgehê de şertên jiyanê yên girtiyan zehmet bûne û wiha got: “Girtiyên bi awayekî bitendurist dikevin girtîgehê ji ber şertên girtîgehê di demek kurt de nexweş dibin.”
 
Newxeşî her diçe giran dibe
 
Mehmet ê ku anî ziman ku nexweşiyên weke dil, şekir, hîpertansiyon, astim, fitika pişt û stû bi Mûhlîse Karaguzel re hene û wiha got: “Ji ber ku şekirê wê gelekî zêde ye, derziya însûlînê rojê 4 caran tê danîn. Ji ber ku şekirê zêde zerar daye çav û gurçikên wê, êşa giran dikişîne. Her çend ji ber nexweşiyan xwarina diyetê pêwîst be jî, ev pêwîstî bi cih nayê anîn û ev yek jî pirsgirêkên tenduristiyê zêde dike. Karaguzel ku ji ber nerehetiya çavên wê gelek caran anjiyoya çavan derbas kir, doktorên wê gotin ku divê bi lezgînî bê emeliyatkirin. Lê belê ji ber ku di dema vê emeliyatê de îhtimala windakirina çavên wê hebû, emeliyat nehat kirin. Karaguzel ji ber nexweşiya xwe ya astimê ya ku her diçe giran dibe zehmetî dikêşe, nikare razê û ev yek bandorek neyînî li jiyana wê ya rojane û tenduristiya wê dike.”
 
Mûhlîse Karaguzel 8 rojan di nava nivînan de hat kelepçekirin 
 
Mehmet, bi lêv kir ku Mûhlîse ji ber di sala 2021’ê de krîza dil derbas kir û rewşa wê giran bû li Qeyseriyê rakirin nexweşxaneyê û wiha berdewam kir: “Li nexweşxaneyê anjiyo hatiye kirin û 2 rojan di beşa venêrîna awarte de hatiye girtin. Di anjiyoyê de hat destnîşankirin ku gelek demarên diçin dil hatine girtin. Piştî 3 rojan careke din anjiyo hatiye kirin û 8 rojan di nexweşxaneyê de maye. Di nava 8 rojên li nexweşxaneyê de di nava nivînan de hatiye kelemçekirin. Mûhlîse  ku di 9’ê adara 2022’yan de cara sêyemîn krîza dil derbas kir, rakirin Nexweşxaneya Bajar a Qeyseriyê û li vir jî stent xistine demarên wê yên hatibûn girtin. Mûhlîse dema li nexweşxaneyê dimîne dîsa di nava nivînan de hatiye kelemçekirin. 
 
Mehmet herî dawî bang li rayedaran kir ku peywîra xwe bi cih bînin û banga hestiyariyê li raya giştî kir. Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Bila Mûhlîse Karaguzel bê berdan” , “Bila girtiyên nexweş bên berdan”  , “Tedawî mafê nikare bê astengkirin” bi dawî bû.