Anisa Caferîmehr: Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne û cîhanê jî guhê xwe girtiye

  • 15:07 2 Tîrmeh 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di bernameya wêjeyê ya li Hambûrgê de nivîskara kurd Anisa Caferîmehr bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên li ser gelê kurd û got: "Bi salan e li Kurdistanê şer heye û Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne û cîhanê jî ji vê ya re guhê xwe girtiye." 
 
Ji bo bernameya li Hambûrgê ya Elmanyayê ya ku ji du beşên wêje û siyasetê pêk dihat û ji aliyê Enstîtuya "Korber" ve hat organîzekirin ji Kurdistan, Tirkiye û Efganîstanê 3 jinên nivîskar hatin vexwendin. Ev nivîskarên jin yek ji Kurdistan yek ji Efganistan û yek jî ji Tirkiyeyê bûn . Her yekan berhemên xwe xwendin. Berhemên nivîskara kurd Anîsa Caferîmehr jî bi Elmanî hatin belavkirin. Piştî pêşkêşkirina kurteçîrokeke nivîskara kurd Anisa Caferîmehr,  fi beşa siyasî ya bernameyê de axivî û behsa şer û bikaranîna çekên kîmyewî ya li Kurdistanê kir. 
 
'Cîhan ji ber berjewendiyên xwe ji şerê li hember kurdan bê deng e'
 
Anîsayê dijberiya xwe ya li dijî şer a li her derê cîhanê anî ziman, nîqaşa li ser şerê li Ukraynayê ji beşdarên din re hişt û bi xwe şerê li Kurdistanê nirxand û wiha got:"Li Kurdistanê jiyana hemû kurdan di metirsiyê de ye. Sed sal in em di nava şerekî hemû alî de ne. Ji komkujiya fizîkî, kolonyalîzm û bişaftinê ev şer tê kirin. Cîhan jî ji ber berjewendiyên xwe ji şerê li hember kurdan bê deng e. Di şerê li dijî DAÎŞ'ê de YPJ û YPG'ê şerekî mezin kir. 11 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes birîndar bûn. Loma em rexne dikin ku şervanên kurd wekî 'terorîst' tên binavkirin."
 
Firotina çekan a bi hevkariya welatên cuda ya ji bo Tirkiyeyê rexne kir
 
Anîsayê di dawiyê de bajar û gundên her çar parçeyên Kurdistanê bi nav kir ku çawa ji aliyê Rejîmên Iraq û Tirkiyeyê ve bi çekên kîmyewî hatine bombebarankirin.  Her wiha hejmara kesên hatine kuştin û birîndarkirin eşkere kir. Anîsayê di heman demê de bertek nîşanî bombebarana kîmyewî ya Tirkiyeyê ya li dijî xwezeya Kurdistanê û Partiya Karkerên Kurdistanê da û firotina çekan a bi hevkariya welatên cuda ya ji bo Tirkiyeyê rexne kir.