Li gelek bajarên Lîbyayê xwepêşandan pêk hatin
- 14:23 2 Tîrmeh 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarên Lîbyayê xwepêşandan pêk hatin. Organîzatorên xwepêşandanên ciwanan gotin ku ew ê heta pêkanîna armancên xwe, xwepêşandanên aştiyane bidomînin.
Li gelek bajarên Lîbyayê duh xwepêşandan pêk hatin û li hemberî hebûna çeteyan, komên çekdar, nakokiyên aliyên siyasî û rewşa jiyanî ya xirab, xwepêşandêran hêrsa xwe nîşan da.
Organîzatorên xwepêşandanên ciwanan gotin ku ew ê heta pêkanîna armancên xwe, xwepêşandanên aştiyane bidomînin, her wiha teqez kirin ku êdî sebira wan nemaye û amaje bi pêkanîna îsyana sivîl kirin.
Li gorî daxuyaniya "Şepêla Baltrîs a Ciwanan", organîzatoran spasiya ciwanên li tevahî Lîbyayê kir ku banga welat bi cih anîn û ji bo mafên welatiyan ên sereke derketin xwepêşandanan.
Her wiha Meclisa Serokatiya Lîbyayê vê berbangê daxuyaniyek da û got: "Em bûyerên dawîn yên li seranserê Lîbyayê dişopînin û heta mîsogerkirina vîna gelê Lîbyayê ya guhartin û veguhartinê ew ê meclis di nava amadekariyê de be."
Li gorî daxuyaniyê Meclisa Nûneran a Lîbyayê jî ragihand ku xwepêşandanên aştiyane û derbirandina nêrînê mafê welatiyan e.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh êvarê li gelek bajarên Lîbyayê li dijî hebûna çeteyan û komên çekdar, nakokiyên siyasetmedaran û rewşa jiyanî ya heyî, xwepêşandan derketin.
Xwepêşandêran êrişî avahiya parlamantoyê ya li bajarê Tebreq ê rojhilatê welat kir, komeke din jî li rojavayê welat xwepêşandan orgenîze kirin.