Desteya Jîngehê: Wê li ser birîna darên li Kurdistanê lêkolîn were kirin

  • 14:17 2 Tîrmeh 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî bîlançoya Partiya Kesk a Kurdistanê, li Behdînanê ya Herêma Federal a Kurdistanê Dewlata Tirk 3 milyon darên bi temen biriye. Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê derbarê birîna daristanan diyar kir ku derbarê mijarê de lêkolîn tê kirin. 
 
Êrişên Dewlat Tirk a bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve li herêma Federal a Kurdistanê pêk tê didome. Di ancama êrişan de xwezaya herêmê tê talankirin. Hat diyarkirin ku Dewleta Tirk li Dola Saxan û Şeşdaran ên ser bi Zaxo, dibin çavdêriya hêzên PDK’ê de dest bi birîna daran kirine û hîn jî dewam dike.
 
Her wiha li gorî bilançoya Partiya Kesk a Kurdistanê jî dewleta Tirk 3 milyon darên bi temen li devera Behdînanê biriye.
 
Li ser vê mijarê Berdevkê Desteya Jîngehê a Herêma Kurdistanê Rezaq Xeylanî ji Rojnews’ê re axivî û got: "Çi binpêkirina ji aliyê her hêz û welatek ve li ser daristanên Kurdistanê, qedexeye. Ev qedexe li gorî yasaya parastina daristanan di sala 2012’yan de hatiye tomarkirin. Her binpêkirinek wek birîn yan jî şewitandin be ceza li sere û divê ew alî werin ceza kirin. Me li ser vê mijarê lêkolîn destpêkiriye û berdewame. Her wiha tîmên me lê dinêrin û lêkolînê li ser dikin.”