Meclîsa Jinê ya HDP'ê bi jinên Rojhilata Navîn hat gel hevdu

  • 12:35 2 Tîrmeh 2022
  • Rojane
ENQERE - Meclîsa Jinê ya HDP'ê berî lidarxistina 5'emîn Kongreya Awarte ya HDP'ê ya sibehê bi jinên Rojhilata Navîn li Navenda Giştî ya HDP'ê hat gel hevdu. Di civînê de jinan bal kişandin ser têkoşîna hevpar a jinê. 
 
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokartîk a Gelan (HDP), Maseya Rojhilata Navîn a HDP'ê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo beşdariya 5'emîn Kongreya Awarte ya HDP'ê ya sibehê bi şandeya jinên ji Bakurê Efrîkayê û Rojhilata Navîn li Navenda Giştî ya HDP'ê hat gel hevdu.
 
Sekretera Giştî ya Partiya Kedkar a Cezayirê Louiza Hanoune, Endama Tevgera Hewldana Neteweyî ya Fîlîstînê Sheren Mohammed Abdullah Hilal, Endama Partiya Komînîst a Urdunê û Sekreta Giştî ya Rêxistina Jinên Ereb ên Urdunê Nawal Haddadin, Endama Partiya Demokratîk a Çep û Berdevka Bakurê Efrîkayê ya Rojhilata Navîn DKY, Khadija Ryadi, Seroka Yekîtiya Komîteyên Jinan a Fîlîstînê Able Saadet, Endama Koma Herêmî ya Jinan a NY'ê Seroka Mala Çavdêriyê ya Jinê ya Cezayirê Şaiat Aljafari di şandeyê de cihê xwe girtin. 
 
'Têkoşîna hevpar a jinê jêneger e'
 
Di civîna ku têkoşîna hevpar a jinên Bakurê Efrîkayê û Rojhilata Navîn lê hat axaftin Ayşe Acar Başaran wiha got:"Kêmasiya herî kêm a jinên Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn, Efrikayê dibe ku ji ber kêmasiya têkoşîneke hevpar a jinan be. Têkoşîna me ya nasnameyê girîng e lê belê têkoşîna hevpar a jinê jî jêneger e. Li her cihê em dijîn em bi êrişên sîstema desthildatdar rû bi rû dimînin."
 
Jinan bal kişandin ser destkeftiyên jinan
 
Endama Partiya Demokratîk a Çep û Berdevka Bakurê Efrîkayê ya Rojhilata Navîn DKY, Khadija Ryadi, jî wiha got:"Em li destkeftiyên we yên li Kurdistan û Tirkiyeyê dinêrin û esas digirin. Em girîngiyê didin mezinkirina têkoşîna jinê."
 
Hat diyarkirin dê piştî kongereyê jî têkilî bidomin.