Nobeda Edaletê di roja 481'ê de ye

  • 12:14 2 Tîrmeh 2022
  • Rojane
RIHA - Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar dabûn destpêkirin di roja 481'ê de didome. 
 
Di 14'ê Hezîrana 2018'an de li Navçeya Pirsûsê ya Rihayê xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP'ê Îbrahim Halil Yildiz hevjîn û du kurê Emîneyê hatin qetilkirin. Lawê Emîne Ferît Şenyaşar ê ji êrişê bi birîndarî filitî di 9'ê Adara 2021'ê de li ber edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kirin. Nobeda Edaletê di roja 481'ê de didome. Ji ber dawiya hefteyê ye malbatê li mala xwe ya Pirsûsê nobeda xwe dewam kirin. Her wiha malbatê ji ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal peyam parve kirin. 
 
Malbatê ji ser hesabê xwe yê dîjîtal hesabê fermî yê Wezareta Dadê etîket kir û wiha got:"4 sal derbas bûn lê hîn êşa me sivik nebûye. Êşa dil derbas nabe. Ji bo ev êş bi dawî bibe bila êdî edalet were."