ATK’ê rapora dikare ‘girtî bimîne’ da girtiya nexweşa giran

  • 09:03 2 Tîrmeh 2022
  • Rojane
Marta Somek-Safiye Alagaş
 
STENBOL - Girtiya nexweşa giran Fatma Tokmak 22 sal e  girtî ye û Saziya Tipa Edlî du sal şûnde rapora ‘li girtîgehê dikare jiyana xwe tenê bidomîne’  da. 
 
Li girtîgehan binpêkirinên mafan û tecrîd her diçe giran dibe. Li gorî Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Di mehên dawî de li girtîgehan mirinên biguman zêde dibin û her wiha tacîz, tehdîd, sîxurî û îşkenca li ser girtiyan jî didome. Li aliyê din jî bi pêkanînên kêfî  înfazên girtiyan tên şewitandin. Her wiha saziya Tipa Edlî (ATK) ji bo girtiyên nexweş rapora ‘dikare girtî bimîne’ dide û girtiyan terkî mirinê dike. Mînaka vê ya dawî  jî di rojên borî de hat jiyîn û ATK’ê rapora ‘dikare girtî bimîne’ da girtiya nexweş Fatma Tokmak a li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dimîne.
 
Ji ber cezayê hucreyê yê 14 rojan nikaribû biçe ATK’ê
 
Fatma Tokmak ku 22 sal e li girtîgehê, nexweşa dil e û ji ber xwîn pompeyê dilê wê nabe divê hefteyê carê xwîna wê bê guherîn û nexweşa şekire jî. Fatma Tokmak bi salane tevî nexweşiya giran di şertên tecrîdê de tê girtin. Parêzên Fatmayê, hevseroka giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, Jiyan Kaya û Jiyan Tosun di 2020’î de ji ber pandemiyê serî li ATK’ê dan û daxwaz kirin ku înfaz bê taloqkirin û tahliyeya wê xwestin. Lê Fatma ji ber butonên lezgîn yên girtîgehê hatibûn girtin, ji ber di vegera nexweşxaneyê de 14 rojan di karantînayê de dima û ji ber nexweşiyên xwe nexwest tenê bimîne nikaribû biçe ATK’ê.
 
Bi tena serê xwe dikare bijî?
 
Piştî du salan di meha Gulanê de ku jê re negotin wê dibin ATK’ê, Fatmayê jî fikiriye ku diçe nexweşanê û agahî neda parêzeran. Lê piştre Fatma fêr dibe ku li ser daxaza parêzan diçe ATK’ê. Di 20 û 30’ê Gulanê de du caran Fatma birin ATK’ê û encama raporê di 13’ê Hezîranê de diyar bû. ATK’ê nexweşiya giran a Fatmayê nedît û got ‘dikare tenê jiyana xwe bidomîne.’
 
Nexweşiya wê tune ye!
 
Di raporê de hat gotin ku di rewşa ku diyetek bi rêk pêk, dermankirin û kontrolên polîklînîk bên kirin de dikare înfaza xwe bidomîne. Di raporê de biryar hat dayîn ku Fatma ne nexweşa giran e û îdiakirin ku nexweşiyek wê ya her tim tune  ye û nexweşiyên heyî jî ji nedîtîve hat.