Li Sêrtê mirineke bi guman a zarokekê, li Elihê zarokek birîndar bû

  • 15:54 1 Tîrmeh 2022
  • Rojane
ÊLIK/SÊRT - Li Sêrtê zarokek ji şaneşîna malbata xwe bi awayekî bi guman ket û jiyana xwe ji dest da. Li Êlihê jî zarokek bi awayekî bi guman ket birîndar bû. 
 
Êriş û tecawiza li dijî jinê her diçe zêde dibe. Li gel vêya mirinên bi guman jî zêde bûne. Li Sêrt û Êlihê du zarok bi awayekî bi guman ji jor de ketin. 
 
Sêrt
 
L i Kuçeya navçeya Misircê ya Sêrtê ji şaneşîna qatê pêncan B.O (14) bi awayekî bi guman ket xwarê û jiyana xwe ji dest da. Bi agahdarkirina kesên der û dorê ekîbên tendirustiyê hatin cihê bûyerê. 
 
Zaroka rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Misircê jiyana xwe ji dest da. 
 
Hat diyarkirin derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. 
 
Êlih
 
Li Kuçeya Kulturê ya Êlihê zarokeke 16 salî bi awayekî bi guman ji şaneşîna qatê 4'an ket û bi giranî birîndar bû. Ekîbên tendirustiyê zarok rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Êlihê û li beşa lezgîn tedawiyê dibîne. 
 
Hat diyarkirin talûkeya jiyanê ya zarokê didome. 
 
Hat diyarkirin derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.