Hejmara 208'an a Newaya Jin derket

  • 10:06 1 Tîrmeh 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya jinê ya mehane Newaya Jin bi hejmara xwe ya 208'an derket. 
 
Rojnameya Newaya Jin hejmara xwe ya 208’an weşand. Di vê hejmarê de li ser şoreşa Rojava, awayên şîddeta bi unîforma, têkoşîna li hemberî desthilatdariya ku dijminatiya jinan dike, mêtingerî û êrîşên dagirker, encamên Konferansa Meclîsa Jinan a HDP’ê ya 4’emîn, armancên înisîyatîfên NûN’ê, li girtîgehên Tirkiyeye berxwedana jinên kurd jî tê de li ser sînema, şano û hunerê jî hatiye sekinandin.
 
Bandora gerdûnî ya şoreşê
 
Hêja Zerya Şoreşa 19’ê Tîrmehê şîrove dike û diyar dike Şoreşa Rojava li ser axa Mezopotamyayê tê wateya şaxberdanê. Nîlufer Koç jî heman sernavî di rûpelên bi Kurdî de şîrove dike û balê dikişîne ser bandora gerdûnî ya şoreşê.
 
Xebatkarên şerê li dijî jinan in
 
Gonul Kaya jî li ser şîddeta mêrên bi unîforma yên li Kurdistan û dîroka dinyayê analîz dike. Gonul diyar dike ku leşker, polîs, cerdevan, gardiyan, notirvan, burokrat û meleyên mêtingeriyê yên dewleta tirk wekî xebatkarên şerê li dijî jinan in. Gonul balê dibe ser vî tiştî ku AKP wekî makîneya qirkirinê ye.
 
Berxwedana li dijî faşîzmê
 
Akademîsyen Bêrîvan Kûtlay Sarikaya jî li ser berxwedana jinên polîtîk ên Kurdistan û gelek erdnîgariyên cihê lêkolîn kiriye û diyar dike ku jinên Kurd girtîgehên ji bo îmhakirina Kurdan veguherandine qadên berxwedanê. Bêrîvan balê dikişîne ser berxwedana Sakîne Cansiz ku li hemberî faşîzma Esat Oktay a li girtîgeha Nimreya 5’an a Amedê stûyê xwe xwar nekiriye û ji ber faşîzmê danexwariye.
 
Nivîskara rojnameyê Yûrdûsev Ozsokmenler jî li ser polîtîkayên AKP’ê yên li ser jinan dinirxîne û diyar dike ku rejîma Tirkiyeyê ya nû li her qadê wekî mêrantiyeke tijî şîddet û nîşandana hêzê derketiye holê. Yûrdûsev diyar dike divê têkoşîne yekgirtî û berfireh a îdeolojîk û polîtîk hebe.
 
Li cihekî ku jin rexistinkirî bin wê faşîzm nikare bi pêş ve biçe
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran derbarê encamên Konferansa Asayî ya 4’emîn a Meclîsa Jinan a HDP’ê roportajek daye rojnameyê. Ayşe pirsên Roza Metîna bersivand û diyar dike ku li cihekî ku jin rexistinkirî bin wê faşîzm nikare bi pêş ve biçe.
 
Di hejmara nû de bi derhêner Jînda Asmen re jî roportajek hatiye kirin. Jînda derhêneriya belgefîlma ‘Nûjiyan’ kiribû û belgefîlm di 28’ê Gulanê de cara pêşîn li Şengalê hatibû nîşandan. Jînda diyar dike ku ew bi belgefilmê hewl dide qala Nûjiyan Erhan û Şengalê bike.
 
Rojnameger Fûsun Erdogan jî bi lîstikvana Tîyatro Îmgeyê Ayşenûr Demîr re li ser lîstika ‘Navê min’ axiviye. Ev lîstik wekî çîroka çar nifşên jinan e û xweparastina wan hatiye hûnandin.
 
Encama şer 
 
Bêrîtan Zagros jî şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê dinirxîne û balê dikişîne ser şirîkatiya PDK’ê ya bi mêtingeriya dewleta Tirk.
 
Rewşen Mehmûd qala xebatên ‘Înisiyatîfa Nûnê ya Azadî ji Ocalan re’ dike. Ev înisîyatîf di 4’ê Hezîranê de hatibû avakirin. Bermal Çem êrîşên li ser huner û hunermendên Kurdan şîrove dike û Munevver Azîzoglû jî encamên festîvalên jinan ên li Ewropayê ragihandiye.
 
Têkoşîna Axîn jî bi nivîsa ‘Tekane hêviya Kurdistanê, gerîlayên berxwedêr e’ qala berxwedana li Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.
 
Hejmara meha Tîrmehê li ser navnîşana newayajin.net  tê peydakirin.