Bi îlankirina Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê kongre bidawî bû

  • 09:13 1 Tîrmeh 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Encamnameya 1'emîn Kongreya Jinên Ciwan ên Êzidî hat aşkerakirin. Di kongreyê de jinên ciwan navê xwe wek Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê guherî û pergala xwe ya hundirin ji raya giştî re aşkera kirin. 
 
Di salvegera çalakiya Zîlan de û her wiha bi boneya nêz bûna salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de jinên ciwan ên êzidî 1'emîn kongreya xwe li dar xistin. Kongreya ciwanan li avahiya Meclîsa Gel a Şengalê pêk hat. Encamnameya kongreya jinên ciwan hat aşkerakirin. 
 
Di konferansê de ev nirxandin hatin kirin: "Li beranberî pirsgirêkan em wekî jinên ciwan çiqas xwe perwerde bikin em ê ewqas civak bi hêz bikin. Ji ber ku jinên ciwan pêşenga civakê ne. Erka ku dikeve ser milê me ew e ku em pêwîste xwe li hember tevahî jinan berpirsyar bibînin. Em pêwiste ji bo pêşxistin û bi rexistinkirina jinên ciwan xwe hîn zêde perwerde bikin. Armanca kombûna kongre ew e ku em rexistinbuna xwe bi hêztir bikin. Bi vê avawayî em ê ji fermanan ra bibin bersiv. Jin xwedi li xwe dernekeve kes xwedî li jinê dernakeve."
 
Pîştî nirxandina rewşa rêxistinî peyamên Meclîsa Axîn Mahîr Dîcle ya Jinên Ciwanên Mexmûrê hate xwendin. Di peyamê de wiha hat gotin: “Em wekî jinên ciwanên Mexmûrê kongreya yekemîn a jinên ciwanên Şengalê silav dikin. Em di serî de kongreyê bi rihê pêvajoyê, ji Zap heya Avşîn û berxwedana dîrokî ya Rêber Apo pîroz dikin. Ji bo me lidarxistina kongreyekî bi vî rengî ji dijmin re bersivekî herî xurte. Bi tekoşîna jinê em ê dawiya fermana 74’an bînin.”
 
Di derbarê xebat û girîngiya xebatên jinên ciwan de sînevizyon hate temaşe kirin. Piştî sînevizyonê peyamên ji Rusya, bakurê Kurdistanê, başûrê Kurdistanê, rojavayê Kurdistanê, Elmanya û Ermenîstanê hatin xwendin. Di peyaman de kongreya yekem a jinên ciwan ên êzidî pîroz kirin û gotin: "Jinên ciwan bi fikrê Rêber Apo xwe bi rêxistin dikin û têkoşîna xwe didomin. Jinên ciwan ji bo azadiya Rêber Apo û ji bo azadiya jinê pêşengti bikin. Em ji civaka êzidî bawerin, di pêşengtiya jinên ciwanan de êrişên dijmin vala were derxistin."
 
Peyama Komela Jinên Ciwan hate xwendin. Di peyama Komela Jinên Ciwan de jî hat gotin: “Em Kongreya yekem a jinên ciwan pîroz dikin. Em di vê baweriya de ne îsal bibe sala serkeftinê. Fermanan bîr kirin dijmin jîbîr kirine, xiyanetê ji bîr kirine. Dijminê xwe ji bîr kirin tê wateya xwe ji bîr kirine. Di dîrokê de bi hezaran jinên berxwedêr derketin û şehîd ketin. Pêwiste bi berxwedanê em xwedî şehîdên xwe derkevin. Dijmin pêwiste ji hêza me bitirse. Buyina rexistin û rexistina xwe mezin kirin xebatek pir girîng e. Ancak bi rexistinkirinê û bi perwerdehî em dikarin pêşiya fermanan bigrin. Di şerê gelê şoreşgerî de erka herî girîng li ser ciwanan dimîne. Jinên ciwanên Êzidî di rêxistinbûna xwe de pîvanên azadiya jinê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyarî jin kiriye ‘welatparezî, rêxistinbûn, fikir û îradeya azad, tekoşîn, etîk û estetîk’ esas digre û li ser van pîvana xwe perwerde dike û kesayeta xwe ava dike.”
 
Pergala Yekîtiya Jinên Ciwanên Şengalê ji komîn, meclîs û komîteyên weke, parastina ceweherî, perwerde, aborî, spor, tendirustî, çand û huner, ragihandin û xwendevanan pêk tê. 
 
Jinên ciwan di encamnameya xwe de wiha xal bi xal pergala xwe ya hûndirîn aşkera kir; 
 
* Li ser nêrîna azadîxwaziya xwe bi rêxistin dike û ji bo avakirina civakek axlaqî û polîtîk têkoşîn dide meşandin.
 
*Yekîtiya Jinên Ciwan ya Şengalê sîstema xwe li ser komîn, meclîs, akademî, koperatîf, xwe parastin hwd ava dike. Heman demê ev sazî bi nêrînên hevbeş kar di meşînin.
 
*YJŞ wek hêza xwe ya parastinê qebûl dike, avakirin û pêşxistina vê hêzê xwe di asta yekem de berpirsyar dibîne û heya dawiyê li ser mêzekirina wê kar dike.
 
* Jinên Ciwan bi pêkhate û endamên xwe, di her karî de tevlîbûna nerîna azad, demokratîk esas digire.
 
* Ji bo çareserkirina pirskirekên jinên ciwan û di heman demê de rêxistinkirina xwe gihandina hemû jinên ciwan û li gorî vê yekê xebatan pêşxistinê hedef digire." 
 
Jinên ciwan ên êzidî bi erêkirina piraniya dengan, navê xwe wek "Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê" guherî û ala Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê jî di kongreyê de hat bijartin. Hala Xidir, Sara Botan, Felek Elî wek Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ciwan hatin hilbijartin.
 
Kongre bi dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bê serok jiyan nabe” û gerandina govendê hate bi dawî kirin.