Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi manşeta 'jin û mekan' derket

  • 09:09 1 Tîrmeh 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi manşeta "Jin û mekan a wekî berhemeke polîtîk" derket. 
 
41'emîn hejmara Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi manşeta "Jin û mekan a wekî berhemeke polîtîk" derket. Di hejmara nû de jinan bal kişandine ser zayendkirina mekanan a bi awayekî polîtîk. 
 
Plansaza bajêr Bêrîvan Guneş bi nivîsa xwe ya "Mekan berhemeke polîtîk e" zayenda civakî û bajêr ya ji ser TOKÎ'yên piştî qedexeya derketina derva ya Nisêbînê hatin çêkirin, şîroveya xwe kiriye. 
 
Hicran Urun bi nivîsa xwe ya "Doza Pinar Gultekin û serdegirtina Aktutunê" cihê xwe di vê hejmarê de girt. Hulya Osmanagaoglu jî nivîsa bi serenavê "Qedexeya kurtajê ya li ABD'ê: Berê vir tim femînîzma bûrjûva bû" nivîsand. Heval Aslan jî li ser mijara kuştina jinên li Kampa Holê ya ku malbatên DAÎŞ'yan lê dimînin sekinîn. 
 
Serenavên di hejmara dawî de cih digirin wiha ne:
 
Mekan berhemeke polîtîk e/Bêrîvan Guneş 
 
Ji ziguratan heta niha têkiliya jin û mekan /Figen Ekti
 
Girtîgehên wekî mekanekî zayendkirî/Yuksel Genç
 
Qedexeya kurtajê ya li ABD'ê: Berê vir tim femînîzma bûrjûva bû /Hulya Osmanagaoglu
 
Doza Pinar Gultekin û serdegirtina Aktutun/Hicran Urun
 
Li Dadgeha Bilind em kesên jiyana me dizîne didarizînin ! / Latife Demirci Kahya
 
Kuştinên li Kampa Holê û milê jinê yê Al-Hisb /Heval Arslan