‘Jinên kurd dê li dijî polîtîkayên şer ên taybet têbikoşin'

  • 09:03 1 Tîrmeh 2022
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Siyasetmedarên jin bertek nîşanî polîtîkayên taybet ên şer ên li hemberî jinên kurd dan û gotin: "Qanûn û polîtîkayên heyî jinan naparêze û tenê hêze dide kujer û êrişkaran. Ji ber vê yekê divê jin li dijî van bêdeng nebe, xwe birêxistin bike û têbikoşe."
 
Li herêmê, li hemberî jinên kurd polîtîkayeke taybet a şer tê meşandin. Di encamên wan polîtîkayan de jin tên kuştin, bi destdirêjî û tacizê re rûbirû dimînin. Wekî her tim kujer û êrişkar bi polîtîkayên bêcezahiştinê tên xelatkirin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), sazî û rêxistinên sivîl ên jinan, li dijî polîtîkayên taybet ên şer ên li hemberî jinan çalakî, meş û bernameyên cuda li dar dixin û balê dikişinin ser rewşa jinan. 
 
Hevseroka HDP’ê ya navçeya Mehsertê ya Mêrdînê Almazî Demîrcan, Hevseroka HDP’ê yê Sêrtê Hatîce Tay û Hevseroka HDP’ê ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê Şîndar Akinci derbarê mijarê de ji ajansa me re axivîn. 
 
'Jin koletiyê qebûl nakin' 
 
Almazî Demîrcan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser asta şîdeta li hemberî jinan û kuştina jinan û got: "Em her roj dema şiyar dibin, dibînin ku jinek an hatiye qetilkirin, an jî bi taciz û tecawizê re rûbirû maye. Li tevahiya cîhanê jin tên qetilkirin, dewletên ku qaşo ji xwe re dibêjin em demokratin jî kuştin, taciz û tecawiz pêk tên. Li dijî kuştin, taciz û tecawizê jî hin her tim serî rakir û tu carî koletiyê qebûl nekir."
 
‘Heta jin azad nebe civak azad nabe’
 
Almazî, destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên şerê taybet divê jin bêdeng nebin û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Ji vê pergala qirêj re êdî bes e. Ev bi sal ne ji bo azadiya jinê têkoşînek heye. Wekî ku serokatî jî gotiye 'Heta jin azad nebe civak jî azad nabe'. Li dijî van êrişan bila jin rabin li ser piyan û li hember koletiyê serî rakin. Ev şerê ku li ser jinê tê meşandin nayê qebûlkirin. Bila jin xwe bi rêxistin bike û têkoşîneke xurt bidir. Em nasnameya xwe, kesayetiya xwe nas bikin û bidin nas kirin.”
 
‘Li Tirkiyeyê hiqûq û edalet tuneye’
 
Hatîce Tay jî da zanîn ku êriş û polîtîkayên taybet ên li ser jinê roj bi roj zêde dibe û wiha axivî: “Piştî ku Peymana Stenbolê bi şevekî hat betalkirin êrişên li ser jinê zêde bûn. Bi betalbûna peymanê re pergala mêr carekedin xwe nîşandan û bêtir êrişê li jinan kir. Mêr ji polîtîkayên dewletê hêz digirin. Di nava civakê de divê mafê jinê zêdetir bê parastin. Vê tiştê jî jin bi xwe xwe dikare pêk bîne. Ji ber ku jin bi berxwedana xwe dikare mafê xwe bi dest bixe. Her wiha divê di aliyê hiqûqê de jî polîtîkayên parastinê yên ji bo jinê bên derxistin. Heta îro bi sedan hatin qetilkirin. Gelek jin bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dan. Lê em hemû jî dizanin ku ev hemû ji ber pergala mêr pêk tên. Ev hemû êrişên pergalê ne. Di nav zagonên dewletê de parastina mafê jiyana jinê nîne. Li Tirkiyê hiqûq û edalet tuneye. Zagonên ku îro jinê biparêze tuneye. Ji ber vê yekê îro jin li kolanan bi xwe mafên xwe diparêzin. Divê jin li dijî pergala serdest ê mêr xwedî mafên xwe derkevin. Divê jin dengê xwe bilind bike û mafê xwe bixwaze.”
 
‘Em li hemberî polîtîkayên taybet bêdeng nabin' 
 
Şîndar Akinci diyar kir ku ya ku civakê diafirîne jin e û wiha bi lêv kir: “Îro civak tê tunekirin. Pergala heyî îro êrişê jinê dike û jinê qetil dike. Em her roj nûçeyan de dibînin hemû alîgirên îktîdara AKP û MHP’ê ne. Ji jinê ditirsin û ji ber vê yekê êrişê jinê dikin. Lewma jî dewlet îro pêşiya êriş û komkujiya li ser jinê nagire. Di dadgehan de cezayê sivik li kujer û êrişkaran tê birîn. Lê belê em li hember van êriş û polîtîkayên şerê taybet bêdeng namînin. Em jin li her derê ne û heta mafê xwe bi dest bixin jî em nasekinin. Li hember van êrişan divê bersiva me jinan hertim hişk be. Li dijî van êrişan em rabin li ser piyan.”