'Em li ser esasên hevparî, pirolî, pirçandî û pirzimaniyê dijîn'

  • 09:02 1 Tîrmeh 2022
  • Rojane
Yara Kendeş
 
KOBANÊ - Têkildarî jiyana hevpar û wekhev a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Endama Komîsyona Perwerdeyê ya Akademiya Şehîd Şîlan Kobanê, Almaz Ronî û Endama Meclîsa Jinê ya PYD'ê Hedle Osî wiha gotin:"Em li ser esasên hevparî, pirolî, pirçandî û pirzimaniyê dijîn. Jiyana hevbeş projeya xwişk û biratiyê ye."
 
Ji aliyê jiyana hevpar a gelan ve, li Rojavayê Kurdistanê piştî şoreşa 19'ê Tîrmehê û berxwedana ku derketiye pêş gelek gavên girîng hatin avêtin. Niha kurd, ereb, aşûrî, suryan, xiristiyan bi hev re li ser heman axê dijîn. Lê belê li dijî vê jiyana hevpar û wekhev êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê jî didomin. Her wiha li dijî êrişan têkoşîna berxwedanê û parastina nasnameya xwe jî didome. Têkildarî mijarê Endama Meclîsa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Hedle Osî û Endama Komîsyona Perwerdeyê ya Akademiya Şehîd Şîlan Kobanê, Almaz Ronî axivîn. 
 
'Ji aliyê fikir, raman û nasnameyê jî dixwestin me qir bikin'
 
Hedleyê di destpêka axaftina xwe de behsa hevjiyana hevpar a gelan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û wiha got: " Berî şoreşê li vê herêmê bi zihniyeteke desthilatdar re em rû bi rû diman û me bi zehmetî jiyana xwe derbas dikir. Her roj me qir dikirin. Tenê bi qetilkirina laş nediman ji aliyê fikir, raman û nasnameyê jî dixwestin me qir bikin. Me gelek êş û azar dîtin. Em difikirîn me digot gelo ka pêwistiya me bi jiyaneke çawa heye? Em ji bo azadî û mafê xwe çawa dijîn? Gelek kes hebûn ku bi rêbazeke veşartî tev digeriyan da ku dîroka xe eşkere bikin."
 
'Em li ser esasên hevparî, pirolî, pirçandî û pirzimaniyê dijîn'
 
Hedleyê di dewamiya axaftina xwe de diyar ku piştî ewqas ked û berxwedanê ji gelên vê herêmê jiyaneke nû hat afirandin û wiha pê de çû: "Piştî ku şoreş derket holê, gelek serhildan çêbûn, gav hatin destpêkirin, gel herikîn qadan, banga hevjiyana azad kirin. Di heman demê de jî fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hişt tevahî Rojhilata Navîn û cîhan bi giştî bi bandor bibe û derkeve cenga jiyana hevbeş a gelan  û civakê. Bi hemû ol û alên cîhanê bang kirin, da ku jiyana hevpar bê avakirin û bê meşandin. Em li ser esasên hevparî, pirolî, pirçandî û pirzimaniyê dijîn."
 
'Piştî şoreşê jinan li gelek qadan cihê xwe girtin'
 
Hedleyê di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku Gelê Kurd xwedî gelek deskeftiyan e û bi van gotinan dawî lê anî: "Em gelên li Rojavayê Kurdistanê bi hevbeşî di nava sazî û dezgehan de her wiha di nava civakê de dijîn. Piştî şoreşê jinan li gel mêran li qadên wekî civakî, çandî, hunerî û yên dîtir cihên xwe girtin. Ev yek jî bi encama pergala jiyana hevpar a hatiye avakirin pêk hat. Di encamê de jî armanca me ew e ku her kes xwedî maf be, tevahî pêkhateyên ku bi hevdu re jiyaneke azad diafirînin, xwedî nasnemeya xwe be."
 
'Di navbera jin û mer de sîstema hevbeşiyê heye'
 
Endama Komîsyona Perwerdeyê ya Akademiya Şehîd Şîlan Kobanê, Almaz Ronî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tevgera jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya jiyana hevpar a gelan û wiha bi lêv kir: " Sîstema jiyana hevpar a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin balkêş e. Di navbera jin û mer de sîstema hevbeşiyê heye. Di aliyê rêveberî û komînan de jî hevsengiyek di navbera jin û mêran de heye. Bi hev re parvekirinek çêdibe. Ev gav jî bi rastî yên serkeftinê ne. Di heman demê de sîstemek hevpar li vir di navbera kurd û ereban de heye. Wekî her du pêkhateyan her pêkhateyên li vir bi hev re bi awayekî wekhev dijîn. Bi rastî jî dema ku niha mirov bala xwe dide ser vê mijarê, tiştekî di cîhanê de balkêş û rengîn e."
 
'Li vir her kes li ser ol û zimanê xwe ne'
 
Almazê di nava axaftina xwe de da zanîn ku ev sîstema hevpar li Rojavayê Kurdistanê bi wate ye û wiha da pê axaftina xwe: "Her kes li gorî sinc û çanda xwe li vê derê dijî. Li vir her kes li ser ol û zimanê xwe ne. Di heman demê de jî gel bi vê pêvajoyê re bi her awayî jiyana xwe didin meşandin. Bi hevdu re li berxwe didin, bi hevdu re xwepêşandanekê çêdikin. Ev yek jî bêguman, bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Ji ber ku Rêber Apo jiyana hevbeş projeya xwişk û biratiyê daye afirandin."
 
'Em bi hev re jiyaneke bi aştî û azadî ava bikin'
 
Almazê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em bi hemû pêkhateyên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi projeyên neteweyî şoreşa xwe berfireh bikin. Em li vir bi her reng, deng, ol û zimanî xwedî nasnameya xwe ne. Tu ferq û cudahî di navbera pêkhateyên herêma me de nîne. Em bi hev re jiyaneke bi aştî û azadî ava bikin."