ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2022'YAN

  • 09:00 1 Tîrmeh 2022
  • Rojev
*Têgeha Zayendê nêzî sedsala 19’an hatiye îcatkirin, gelo ev hinek ne balkêş e? Bi taybet bi avabûna qada zanînê ya psîkanalîz re, xwe wek kirdeyên tên daxwazkirin, wek kirdeyên zayendê dîtin, mirov xwe wisa dizanin, piştre jî ku em dipên zayend hemû heqîqeta me bêjin de, evqas bûna wê ne balkêş e gelo? JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ 
 
*Têkildarî jiyana hevpar û wekhev a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Endama Komîsyona Perwerdeyê ya Akademiya Şehîd Şîlan Kobanê, Almaz Ronî û Endama Meclîsa Jinê ya PYD'ê Hedle Osî wiha gotin:"Em li ser esasên hevparî, pirolî, pirçandî û pirzimaniyê dijîn. Jiyana hevbeş projeya xwişk û biratiyê ye." DÎMEN HEYE
 
*Siyasetmedarên jin bertek nîşanî polîtîkayên taybet ên şer ên li hemberî jinên kurd dan û gotin: "Qanûn û polîtîkayên heyî jinan naparêze û tenê hêze dide kujer û êrişkaran. Ji ber vê yekê divê jin li dijî van bêdeng nebe, xwe birêxistin bike û têbikoşe." BI DÎMEN 
 
*Hevseroka HDP’a Stenbolê Îknur Bîrol da zanîn ku Meşa Gemlîkê îfadeya îradeya li dijî tecrîdê bû û got: “Di dema ku Abdullah Ocalan der barê çareseriya pirsgirêka kurd de bi rê û rêbazên hevdîtin û muzakereyê fikrên xwe bi rayagiştî re parvedikir, pêşveçûn hebû. Ji bo tecrîd bidawî be wê têkoşîna me bidome.” BI DÎMEN 
 
*Di dîroka berxwedana çapemeniya azad de ajans cihekî girîng digirin. Li Tirkiyeyê bi DÎHA’yê gava weşangeriya ajansê hat avêtin, bi weşangeriya jinan a JINHA'yê jî nasname afirand.