Xizmên girtiyan ên di nobedê de: Muhatabê me kî ye?

  • 15:42 30 Hezîran 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de, diyar kirin ku heta roja îro rayedaran tu daxwazên wan ne bersivandine û gotin"Muhatabê me kî ye?
 
Nobeda Edaletê ku ji bo girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin û bi dawîkirina tecrîdê hat destpêkirin di roja 81'emîn de li ber Edliyeya Bayrakliya Îzmîrê berdewam kir. Di çalakiyê de dirûşmên, "Heq hiqûq edalet", "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin. Rêxisitnên HDP'ê yên navçeya Konak û Torbaliyê jî piştgirî dan çalakiyê.
 
'Bila Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş bên tahliyekirin'
 
Di destpêkê de Dayika Denîz Poraz a ku di encama êrîşa li ser HDP'a Îzmîrê de jiyana xwe ji dest da Fehîme Poyraz axivî. Fehîme diyar kir ku ew ji bo zaorkên xwe yên di bin tecrîdê de li vir in û wiha berdewam kir, "Êdî bes e tecrîda li ser zarokên me bi dawî bikin. Bila dewleta tirk destên xw ji ser zarokên me bikişîne û zarokên me bên tahliyekirin. Em ji bo Aysel Tugluk û gelek girtiyên din ên nexweş li vir in. Heta ku girtiyên me bên berdan em ê li vir bin û têkoşîna xwe bidomînin."
 
'Şer bi dawî bikin'
 
Piştre Dayika Mehmet Nezîr Gumuş ê nexweş ku li Girtîgeha Bandirmayê ye Hanîfe Gumuş axivî. Hanîf diyar kir ku ew her carê ji kurê xwe daxwazname didin rayedarên girtîgehê lê tu bersivê nagirin û xwest ku zarokên wan bên berdan. Hanîfe anî ziman ku divê şer û qirkirin bi dawî bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Bila hişê xwe bînin serê xwe û vî şerî bi dawî bikin. Axaftinên me yên bi telefonê bi zarokên me re di nêvî de tên qutkirin em vê şermezar dikin."
 
Stenbol 
 
Nobeda edaletê ya ku her hefte li ber Edliyeya Çaglayana Stenbolê ji bo girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin tê lidarxistin vê heftê jî berdewam kir. 
 
Di nobedê de parlamenter Zuleyha Gulum axivî û got ku gitîgeh bûne cihê qirkirin û her roj girtî jiyana xwe ji dest didin. Zuleyha got ku ji ber van pêkanînan çalakiya malbatan meşrû ye û wiha berdewam kir, "Dayik li dijî pêkanînên li ser zarokên xwe her hefte li vêderê çalakiyê dikin, lê her hefte çalakiya wan bi biryara walîtiyê tê qedexekirin."
 
Di dema ku Zuleyha axaftina xwe berdewam dikin polîsan êrîşî çalakiyê kir û Zuleyhayê bertek nîşanî polîsan da û got, "Çalakî ne qedxe ye û hûn nikarin dengê dayikan qut bikin."
 
Parlamenter Musa Pîroglu jî ê ku tevli çalakiyê bû Zuleyha ji bo ku dayik neyên binçavkirin xwestin asteng bikin lê polîsan êrîşî xizmên girtiyan kir û ji xizmên gitiyan Cemîle Karakaş bertek nîşan da û got, "Her hefte êrîşî min dikin."
 
Di çalakiyê de piştî êrîşa polîsan Hevseroka Navçeya Bahçelîevler a Stenbolê Fatma Çatar hat binçavkirin û Zuleyhayê jî daxuyaniya xwe  di bin dorpêçê de berdewam kir.
 
Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.
 
Wan
 
Xizmên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin û girtiyên nexweş, li Wanê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Malbatan xwestin îro çalakiya xwe li pêşiya Edliyeya Wanê bikin. Pêşiya edliyeyê beriya çalakiyê ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. Endamên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê, Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Wanê û parlamentera HDP’ê Muazzez Orhan xwestin biçin pêşiya edliyeyê lê belê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. 
 
Polîsan ji bo astengkirina çalakiyê, biryara qedexeyê ya Walîtiya Wanê weke hincet nîşan dan û nehêlan ku li pêşiya edliyeyê daxuyanî were dayîn. Malbatan jî ev qedexeya polîsan bi çepikan protesto kirin.