Tecrîd û êrişên li hemberî herêmê hatin şermezarkirin

  • 15:35 30 Hezîran 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Aştiyê û Meclisên Malbatên Şehîdan li kantona Hesekê û navçeya Til Koçer a kantona Qamişlo, bi daxuyaniyeke hevbeş êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin.
 
Dayikên Aştiyê û meclisên jinan ên Malbatên Şehîdan ên Kantona Hesekê bi daxuyaniyeke hevbeş li bajar, navçe û kampên kantona Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Kampên Koçberên Serêkaniyê û navçeya Til Koçer a kantona Qamişloyê, gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha cezayên dawîn ên li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin.
 
Bi dehan dayikên aştiyê, jin, malbatên şehîdan, koçer û endamên meclisan kom bûn û alên Meclisa Malbatên Şehîdan, wêneyên Abdullah Ocalan û wêneyên pakrewanên azadiyê rakirin.
 
Li Hesekê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme Hisên, li navçeya Til Temir dayika pakrewan Bahoz Til Temir, Bahoz Jîndar, Cinar Yusif, li Dirbêsiyê dayika pakrewan Şahîn Fatme Keleş, li kampa Serêkaniyê ya Hesekê endama meclisê Nalîn Biro û li Til Koçer endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Rewa Celûd daxuyanî xwend.
 
Di daxuyaniya hevbeş de hat destnîşankirin ku di dirêjahiya deh salên şoreşê de gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dewleta Tirk û hikumeta AKP`ê û hevalbendên wê ji rêxistinên terorîst sekinîn û wiha hat gotin: "Em gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi balafirên bêmirov welatiyan dike armanc, şermezar dikin. Êrişa dawî jî, li gundê Xaneserê yê navçeya Dêrikê yê kantona Qamişloyê bi dronekê li pêşberî civatê û hêzên navneteweyî du erebe kirin armanc."
 
Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û cezayên dawî hatî dayîn hatin şermezarkirin.