Di Nobeda Edaletê de peyama 'têkoşînê bidomînin'

  • 15:12 30 Hezîran 2022
  • Rojane
ÎZMÎR - Xizmên girtiyan ên ku li ber Edliyeya Bayrakliyê hatin gel hev, di roja 81'emîn a Nobeda Edaletê de di serî de Aysel Tugluk ji bo hemû girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan bang kirin.
 
Nobeda Edaletê ku ji bo girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin û bi dawîkirina tecrîdê hat destpêkirin di roja 81'emîn de li ber Edliyeya Bayrakliya Îzmîrê berdewam kir. Di çalakiyê de dirûşmên, "Heq hiqûq edalet", "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin. Rêxisitnên HDP'ê yên navçeya Konak û Torbaliyê jî piştgirî dan çalakiyê.
 
'Bila Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş bên tahliyekirin'
 
Di destpêkê de Dayika Denîz Poraz a ku di encama êrîşa li ser HDP'a Îzmîrê de jiyana xwe ji dest da Fehîme Poyraz axivî. Fehîme diyar kir ku ew ji bo zaorkên xwe yên di bin tecrîdê de li vir in û wiha berdewam kir, "Êdî bes e tecrîda li ser zarokên me bi dawî bikin. Bila dewleta tirk destên xw ji ser zarokên me bikişîne û zarokên me bên tahliyekirin. Em ji bo Aysel Tugluk û gelek girtiyên din ên nexweş li vir in. Heta ku girtiyên me bên berdan em ê li vir bin û têkoşîna xwe bidomînin."
 
'Şer bi dawî bikin'
 
Piştre Dayika Mehmet Nezîr Gumuş ê nexweş ku li Girtîgeha Bandirmayê ye Hanîfe Gumuş axivî. Hanîf diyar kir ku ew her carê ji kurê xwe daxwazname didin rayedarên girtîgehê lê tu bersivê nagirin û xwest ku zarokên wan bên berdan. Hanîfe anî ziman ku divê şer û qirkirin bi dawî bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Bila hişê xwe bînin serê xwe û vî şerî bi dawî bikin. Axaftinên me yên bi telefonê bi zarokên me re di nêvî de tên qutkirin em vê şermezar dikin."