Hiqûqnasan Nobeda Edaletê ji bo rojnamegeran girtin

  • 14:05 30 Hezîran 2022
  • Rojane
STENBOL - Di 116'emîn hefteya Nobeda Edaletê de hiqûqnas hatin gel hevdu û gotin bi girtina 16 rojnamegeran Gelê Kurd dibin hedef. Hiqûqnasan ji bo rojnamegeran banga têkoşîna hevpar kirin. 
 
Hiqûqnasan bi dirûşma "Gezî em in gezî nikare bê darizandin" li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê Nobeda Edaletê kiribûn. Di 116'emîn hefteya Nobeda Edaletê de hiqûqnas hatin gel hevdu û ji bo rojnamegerên hatine girtin nobet girtin. Hiqûqnas, Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Parlamenterên HDP'ê yên Stenbolê Musa Piroglu, Zuleyha Gulum û gelek rojnameger beşdarî çalakiya nobedê bûn. Pankarta "Ji bo herkesî edalet" hat vekirin û dirûşmên "Rojnamegerî ne sûc e","Çapemeniya azad nikare bêdeng bê hiştin" hatin berzkirin. Her wiha dowizên "Generalên biçûk ên Mûsa Anter li vir in","Çapemeniya azad welatê azad" hatin hilgirtin. 
 
Ji hiqûqnasan Damla Atalay di destpêkê de mafê axaftinê girt û got li her qadê em daxwaza edaletê derxistin pêş. Her wiha Damlayê got wan Nobeda Edaletê ya îro ji bo 16 rojnamegerên li Amedê hatine girtin pêk anîne. 
 
Parêzer Çigdem Akbulut jî got ew biryara girtina 16 rojnamgerên li Amedê hatine girtin hiqûqî nabînin û gelê kurd hedef tê girtin. 
 
Rojnameger û endama MKGP'ê Nezahat Dogan da zanîn ku ji bo kes nebînin ka çi bi kurdan tê kirin ev êriş tên kirin û got pênûsa rojnamegeran nikare bê şikandin. 
 
Rojnameger û endamê DFG'ê Mehmet Aslan da zanîn ku çapemeniya azad, çapemeniya azad bi êrişan rû bi rû tê hiştin û got ew ê mîrateya hempîşyên xwe hilgirin. 
 
Di daxuyaniyê de herî dawî silav ji bo kesên li dijî veguhertina bajêr li Fetihtepeyê li berxwe didin hate şandin.