Însiyatîfa Nûn ji bo Azadiya Ocalan bang li CPT'ê kir

  • 13:50 30 Hezîran 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Însiyatîfa Nûn ji bo Azadiya Ocalan, cezayên dawî yê li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê hatiye birîn şermezar kir û got: "Em bang li CPT'ê dikin ku serdana rêber Ocalan li girtigehê bike û çarenûs û rewşa wî ya tenduristî ji raya giştî re eşkere bike."
 
Însiyatîfa Nûn ji bo Azadiya Ocalan bi daxuyaniyekê cezayê dawî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê hatiye birîn şermezar kir. 
 
Daxuyaniya ku hatî dayîn wiha ye: 
 
Binpêkirinên sîstema dozgeriyê ya Tirkiyê nehatin çareserkirin, ji wan binpêkirinên sereke; 31'ê gulana 2022"yan Dadgeha Cezayan a Bilind a Bursayê li dijî birêz Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê cezayên nû birîn. Piştî parêzerê rêber Ocalan 23'yê hezîranê ji bo hevdîtinê serlêdan kir, ev biryar hate eşkerekirin.
 
Ev ne cara yekemîn e li ser rêzdar Abdullah Ocalan di girtîgeha yekhucreyî de cezayên disîpilînê têne birîn, lê belê ji dema dîlgirtina wî bi komployeke navneteweyî di 15'ê sibata 1999`an de û bi vir ve ev kiryar dewam dikin. Sedema vê yekê jî ji ber ku banga biratiya gelan û banga azadiya jinan dike û wê wekî dozeke stratejîk dihesibîne. 
 
Di dirêjahiya van salan de parêzer bi muwekilê xwe re hevdîtin pêk neanîne, geh îdia dikin ku rewş ne baş e, geh jî rêveberiya girtîgehê cezayan keyfî yên bêserûber dikin sedem. Di heman demê de ruxmî ku ji mafê girtiyan e bi malbata xwe re rûnên lê kêm caran malbata birêz Ocalan pê re dicivin.
 
Ev biryar di tu peymanên navneteweyî û hiqûqî de nehatine destnîşankirin. Em cezayên dispilînê wekî binpêkirina mafên girtiyan bi taybet siyasetmedarên navdar ên wekî birêz Ocalan ku doza gelekî bindest temsîl dike û çareseriyê ji bo hemû gelên herêmê pêşkêş dike, bi nav dikin.
 
Em bang li hemû rêxistinên sivîl, hiqûqî û raya giştî dikin ku li hemberî vê yekê helwesteke cidî nîşan bidin da ku mafên girtiyan li gorî peymanên navneteweyî yên parastina hiqûqên girtiyan dikin, biparêzin.
 
Her wiha em bang li rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî û aliyên peywendîdar dikin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku li gorî biryara Meclisa Mafên Mirovan a Ewropayê serbest ya têkildarî girtiyên siyasî ku piştî 20 salan ji hikumê divê serbest bê berdan, rêber Ocalan serbest berde û dawî li binpêkirinan bîne. Ji ber ku girtina rêber Ocalan heta niha, binpêkirina mafên mirovan.
 
Em bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dikin ku serdana rêber Ocalan li girtigehê bike û çarenûs û rewşa wî ya tenduristî ji raya giştî re eşkere bike."