Li Şengalê Yekemîn Kongreya Jinên Ciwan ên Êzidî dest pê kir

  • 13:18 30 Hezîran 2022
  • Rojane
ŞENGAL - Bi dirûşma ‘Di xeta Zîlan û Bêrîvanan de rêxistinbûnê ava bike û xiyanetê têk bibe, azadiya Şengalê mîsoger bike’ kongreya yekem a Jinên Ciwan ên Êzidî dest pê kir.
 
Di encama fermana 2014’an a li ser civaka Êzidî de, gelek kes hatin kuştin û revandin. Bi destê çeteyên DAIŞ’ê jinên Êzidî hatin revandin, kuştin, işkence, tecawizkirin û di bazaran de hatin firotin. Her wiha di roja îro de yên ku herî zêde bi hêrs, ceserat û wêrekî li hember hemû êrîşên dagirkerî, zilm û zordestî têkoşîn dike, Jinên Ciwan ên Êzidxanê ne.
 
Jinên Êzidî êş û hêrsa ku di fermana de jiyaye veguhartin hêz, bawerî û rêxistibûnê. Lewma îro jinên ciwan ên Şengalê weke bersivdayîna ji 74’fermanan re, bi nêzbûna salvegera fermana 3’yê Tabaxa 2014’an de kongreya xwe ya yekemîn li dar dixin.
 
Kongera yekem a jinên ciwan li bajarê Şengalê li hola meclîsa gel tê li darxistin. Di kongreyê de 150 delegeyên jinên ciwan amade bûn. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Yekîneyên Jinên Şengalê Her wiha ji Mexmûrê nûnerên jinên ciwan di kongreyê de amade bûn. Ji Ermenistan, Rusya, Almanya, Rojava û Bakurê Kurdistanê pêyamên ku hatine şandin bên temaşekirin.
 
Kongreyê bi deqeyekî rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir.
 
'Ev kongre bersivdana hemû fermanan e'
 
Li ser navê Jinên Ciwan ya Şengalê Sara Botan axaftina vekirinê kir. Sara Botan di destpêka axaftina xwe de bixêrhatina her kesî kir û got: “Bi saya keda Rêber Apo em îro li vir amade bûne, ne ji fikra Rêber Apo ba me nedikarî xwe gihandiba vê astê. Ev kongre weke bersivdayîna ji hemû fermane ye. Ji ber ku yê herî zêde êş û zehmetî dîtiye jinên ciwan bûn. Lewra em vê sozê didin hemû jinan ku em ê berxwedana xwe heya xwegihandina azadiyê berdewam bikin û xwe bi rêxistin bikin. Ev kongreya me jî li ser esasê rêxistinbûna jinê ye ji bo pêşerojek azad. Em ê bi hevre bikaribin li hemberî kuştina jin, revandin û îşkenceya jinê rawestin. Em vê kongreyê jî pêşkêşê jinên esîr yên ku di destê DAÎŞ’ê de ne dikin.”
 
'Rêxistinbûna jinê niha ji her demê zêdetir pêwist e'
 
Paşê li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê Suham Şengalî axivî. Suham Şengalî bal kişand li ser êrişên li ser Şengalê û wiha got: “Yekemîn kongreya jinên ciwan yên Êzidxanê pîroz dikin. Ji her demê zêdetir rêxistibûna jin niha pêwîst e. Ji ber ku li ser axa me dagirkerî heye. Şerekî taybet heye ku tê meşandin. Zihneyeta zilamsalar kuştina jin, îşkenceya jin û binpêkirina mafê jin rawa dike. Hêvî dikin ku jinên Êzidî li vir bi rêxistinbûna xwe bibin bersiva herî xurt a ji hemû êrîşan re. Em bi navê TAJÊ vê kongreyê li Rêber Apo pîroz dikin û hêvî dikin ku ev kongre bikaribe bibe gaveka mîsogeriya xweseriya Şengalê re.”
 
'Em îro di şerê hebûn û tunebûnê ne'
 
Li ser navê Yekîneyên Jinên Şengalê Fermandara YJŞ’ê Viyan Hebabî jî axivî. Viyan Hebabî di destpêkê de kongre li jinên ciwan û jinên ku hîn di destê DAIŞ’ê de ne pîroz kir û qala girîngiya rêxistibûna jinên ciwan kir û wiha bi lêv kir: “Bi keda şehîda û Rêbertî em îro li vir kom bûne. Di şexsê heval Zîlan de em vê kongreyê li hemû şehîdan pîroz dikin. Her kes dizane ku îro girîngiya rêxistinbûna jinê çiqas e. Di dîroka me de jinên Êzidî weke şehîd Cîlan, Bêrîvan û bi dehan jinên din ên ku bûne pêşengên me hene. Ev kongraya yekemîn bersiva ji dijminên e ku dixwazin civaka me tune bikin. Her kes bi hemû rêbazan dixwazin di şexsê jinên ciwan tune bikin, lê bi pêşengtiya rêxistibûna jinên ciwan em ê bibin mertalekî li hember van planên qirêj. Em îro di şerê hebûn û tunebûnê ne.”
 
'Wê serkeftina kongreyê mîsoger bibe'
 
Viyan Hebabî di axafitina xwe de bal kişand ser armanca kesên weke Viyan Dexîl ku li ser berjewandiyên şexsî navê jinên Êzidî bi kar tînin kir û wiha got: “Îro kesên weke Viyan Dexîl li ser navê jinên Êzidî radibe û li gor berjewendiya partiyên siyasî weke PDK’ê xizmetê dike û êrîşên dewleta tirk a li ser Şengalê rewa dike. Em ew jin in ku me li ser vê axê me xwîn rijandiye. Lewma kes îro nikare ji me re bêje mafê we ya xwe rêxistinkirinê nîne. Ev kongre li hemberî kesên ku li ser navê Êzidyatî li gor berjewandiya xwe siyastê dikin, bersiva herî mezin e. Bi coşa ku îro hemû hevalan li vir amade bûne wê serkefina vê kongreyê mîsoger bike.”
 
Piştî avaftinên pîrozkirinê dîwan hate diyarkirin û kongreyê bi xwendina berspektîfên Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan a li ser Şengalê dest pê kir.