Zîlan li Kantona Kobanê hat bibîranîn

  • 12:11 30 Hezîran 2022
  • Rojane
KOBANÊ - Kongereya Star a Herêma Firatê, girêdayî salvegera 27'emîn Şehadeta Zîlan civîn li ser jiyana wê li dar xist.
 
30'yê Hezîranê salvegera 26'an a şehadeta têkoşer Zeyneb Kinacî (Zîlan) e. Têkoşer Zîlan di sala 1996'an de li Dêrsimê çalakiyeke fedayî li dijî leşkerên artêşa tirk li dar xist û kete nava rêza cangoriyên azadiyê. Zeyneb Kinaci di sala 1972'yan de li navenda bajarê Meletiyê yê Bakurê Kurdisanê çavê xwe li dinê vekir. Wê li Meletiyê, Zanîngeha Înonû beşa rêberî û şêwirmendiya derûnî xwend. Beriya ku beşdarî nav refên tevgera azadiyê bibe, li nexweşxaneya Meletiyê wek teknîsyena rontgenê kar dikir. Zîlan di sala 1994'an de li bajarê Edeneyê, di nava Eniyê de dest bi xebatê dike û bi qasî salekê xebata xwe di nav Eniyê de didomîne. Di sala 1995'an de li bajarê Dêrsimê tev li refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê dibe. Di sala 1995'an de rêya heqîqet û azadiyê hilbijart û li Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê tev li nava refên têkoşerên azadiyê dibe. Roja 30'ê Hezîrana 1996'an de, li navendeke dewleta tirk a li bajarê Dêrsimê çalakiyeke fedayî li dijî artêşê pêk anî. 
 
Rêxistina Kongereya Star a Herêma Firatê ji bo salvegera 27'emîn a şehadeta Zîlanê civînek li dar xist. Di civînê de wêneyê têkoşer Zîlan, alên Rêxistina Kongereya Star hatibû daliqandin. Bi giştî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê beşdarî civînê bûn. Civînê bi deqeyeke rêzgirtin a ji bo bibîranîn cangoriyên azadiyê dest pê kir û pişt re ji aliyê Xunav Îbrahîm endama qada perwerdeyê ya jinê ya Herêma Firatê ve nameya têkoşera azadiyê Zîlan bi zimanê Kurdî hat xwendin. Piştî bidawîkirina xwendina nameyê, beşdaran dest bi berzkirina dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Zîlan namire" kirin. 
 
Civîn bi dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana jina azad" bi dawî bû.