Îşkenceya parastinê ya li dijî Aysel Tugluk: Hestek mirovî û wijdanî tune!

  • 09:26 30 Hezîran 2022
  • Rojane
ENQERE - Parêzer Hatîce Ezgî Gungordu bertek nîşanî ferzkirina îfadedayîna siyasetmedar Aysel Tugluk da û got: "Di hiqûqa Tirkiyeyê de parastina qismî nîne. Lê dadgeh bi israr dixwaze parastina Ayselê bigire. Hiqûq nayê bicihanîn. Li cem me komîteyek heye ku xwe ji hestên mirovahî û wijdanî dûr dixe." Birayê Ayselê yê mezin jî diyar kir ku rewşa Ayselê ne baş e û divê şert û mercên dermankirinê bên peydakirin.
 
Danişîna 14’emîn a Doza Kobanê ku 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê pêk tê.e Li ser biryara dadgehê ku danişînek beriya niha biryara beşdarkirina dozê ya girtiya nexweş siyasetmedar Aysel Tugluk hatibû dayîn. Li ser vê yekê Aysel Tugluk bi alîkariya parêzerên xwe ji Girtîgeha Kandirayê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê hat kirin. 
 
Derbarê mijarê de parezêra wê Hatîce Ezgî Gungordu, nûnera Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Stenbolê Umît Efe û birayê wê Alaaddîn Tugluk derbarê mijarê de axivîn. 
 
'Aysel tevlî danişînê bû'
 
Parêzer Hatîce, diyar kir ku îfadedayîn li Ayselê hat ferzkirin û got: "Aysel li welat siyasetmedarek e. Cara yekem li Tirkiyeyê bû hevserok. Ji ber vê sedemê jî şandeya dadgehê ji serê ewilê heta îro li hemberî Ayselê bi helwest bûn. Tevî ku me ev qas rapor pêşkêş kir jî Aysel tevî rapora 'Nikare di girtîgehê de bimîne' ya ji aliyê ATK'ê ya Kocaeliyê ve hatiye dayîn jî hêj di girtîgehê de ye. Me gelek daxwazname pêşkêşî komîteya Doza Kobanê û dadgeha ku înfaz lê berdewam dike, kir û me daxwaza berdana wê kir. 22'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê diyar kir ku ew ê li Ayselê guhdarî bikin û di protokola rûniştinê de nivîsî. Di danişîna 28'ê hezîranê de hat gotin ku dê Aysel guhdarî bikin û Aysel piştî nîvro tev li danişînê bû. Berî her tiştî, ew pir bi heyecan bû,  ji ber ku ew demek dirêje ji ber pandemiyê kesek nedîtibû."
 
'Ji bo îfade dayînê israr dikin' 
 
Hatîce Ezgî da zanîn ku di odeya SEGBÎS'ê de Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag û Gulser Yildirim jî hebû û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di dema tespîtkirina nasnameyan de Ayselê gelek tişt fêm nedikir. Bi alîkariyê bersiv dida pirsan. Îdianame jê re hat xwendin. Gelek tiştên ku hatî xwendin fêm nedikir. Gelek caran ji bîrdikir ku di nav parastinê de ye û digot ‘Gelo ji min re dibêjin, min wan tiştan kiriye'. Aysel ji şandeyê re got 'Piştî pêvajoya ATK'ê ez ê parastina xwe bikim û niha ji ber ku ez nexweşim û nikarim parastina xwe bikim'. Ligel axaftina Ayselê, raporên ku hatine dayîn jî serokê dadgehê biryar da ku Aysel dikare di rojên pêş de parastina xwe bike. Di îfade dayina Ayselê de hêj jî israrek heye. Ev rewş tê wateya binpêkirina mafên mirovan. Aysel xwest demek bi hevalên xwe re bimîne û piştî nîvsaet şûnde derket. Li gorî rapora ATK'ê 'Aysel dikare qismek parastina xwe bike'. Lê belê di hiqûqa Tirkiyeyê de rêbaze wisa nîne û serokê dadgehê bi israr dixwaze Aysel parastina xwe bike. Li tevahiya welat rewşek wisa heye û hiqûq pêk nayê. Li cem me komîteyek heye ku xwe ji hestên mirovahî û wijdanî dûr dixe."
 
'Divê Aysel Tugluk bê berdan'
 
Ûmît Efe jî, diyar kir ku li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) niha li girtîgehan 650 girtiyên nexweş hene û wiha bi lêv kir: "Girtiyên nexweş nayên nayên berdan. Bi hincetên siyasî nayên tehliyekirin. Ji serê salê heta îro gelek girtî jiyana xwe ji dest dan. ATK, li gorî zanyariyê tevnagere. Guh nade raporên alternatîf ên nexweşxaneyên din. Girtî dema diçin nexweşxaneyan tên bi zehmetiyên mezin re rûbirû dimînin. Rewşa Ayselê demek dirêje di rojevê de ye. Hewldana parêzeran bêencam dimîne. Hem li girtîgehê û hem jî li dadgehê di dema parastinê de eziyetê lê dikin. Bi zorê bi rêya SEGBÎS'ê xwestin îfadeya wê bigirin. Ji ber rewşa heyî divê Aysel serbest bê berdan. Demek dirêj e mafê wê tê binpêkirin. Divê demildest Aysel Tugluk bê berdan." 
 
'Aysel êdî nikare xwe îfade bike'
 
Birayê Ayselê Alaaddîn Tugluk, di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Ayselê û got: "Divê Aysel tedawî bibe. Piştî muayeneya ATK’ê min Aysel dît, lê her roja ku derbas dibe rewşa wê xirab dibe. Aysel ji min re behsa pêvajoya ATK'ê kir ji min re got ‘Çi ji destê min hat min kir û min bersiv da pirsên şandeyê, lê min hinek pirs jî bê bersiv hiştin'. Ev tişt tê wateya rasthatina muameleya xirab. Aysel di pêvajoya ATK'ê rewşek bi vî rengî re rûbirû maye. Em nila li benda rapora ATK'ê ne. Dema ez çûm hevdîtina vekirî min dît ku rewşa wê nebaş e. Her ku diçe axaftina wê giran dibe, rabûn û rûniştinê de pirsgirêkan dijî. Demek tê lêzdike û demek tê giran dibe. Hafizaya wê êdî ne baş e. Nikare xwe îfade bike. Bila êdî teşhisek bê dayîn ku em jî li gorî wê tevbigerin. Aysel bi xwe jî dibêje 'Rewşa min ne baş e'. Hevalên wê jî dibêjin rewşa wê nebaş e. Gelo tişta ku heyî nabînin? Aysel piştî ku derkeve dê zirareke çawa bide. Divê ji bo tedawiya wê çi hewcebe bê kirin. Ez tenê dixwazim ku tedawiya wê bêkirin. Ev tişt ji bo hemû girtiyên nexweş derbasdar e. Ev tişt dê wek bîranînên nebaş ji nifşên nû re bîmine. Ez birayê wê me û ez tenê daxwaza tedawikirina wê dikim."