Jin di 1'ê Tîrmehê de ji bo Peymana Stenbolê dimeşin

  • 09:08 30 Hezîran 2022
  • Rojane
Medya Uren
 
AMED - Jinên Amedê bi wesîleya salvegera feshkirina Peymana Stenbolê di 1'ê Tîrmehê de dimeşin. Jinên çalakvan ji bo beşdarbûna meşa wê were lidarxistin bang kirin û gotin: "Ji bo parastina destkeftiyên xwe û ji bo jiyana xwe werin em bibin yek."
 
Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) bi armanca salvegera feshkirina Peymana Stenbolê bi dirûşma "Em dev ji destkeftiyên xwe û dev ji jiyana xwe bernadin" di 1'ê Tîrmehê de meşek girseyî li dar dixe. Ji bo meşa ku ji Perqa Rojava ya li taxa Dîcle Kentê dê dest pê bike jinan dest bi xebatan kirin û ji bo beşdarbûnê bang li hemû jinan kirin.
 
'Jinan destkeftiyên xwe bi berdêlan bi dest xistin'
 
Endama Meclîsa jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Yasemîn Uçer di serî de bal kişand ser feshkirina Peymana Stenbolê û wiha diyar kir: "Peymana Stenbolê yek ji destkeftiyên têkoşîna azadiya jinê ya herî girîng e. Ev ne peymanek ku tenê bi rizaya dewletekê hatiye îmzekirine. Ev di encama berdêlên mezin yê jinan de pêk hat. Çawa ku jinan bi berdêl û têkoşînan ev peyaman bi dest xistin wê nehêlin bi hêviya vîna mêrekî ji holê bê rakirin jî. Jixwe bi feshkirina Peymana Stenbolê re xwestin qetilkirina jinê, tecawizê û tundiyê di nava civakê de rewa bikin. Ango jina li gorî xwe 'maqûl' ava dikin. Ev jî ji bo avakirna zemîna wê gavek bû. Jin jî li dijî van têgehan tora xwe ya têkoşînê berfireh dikin ku Peymana Stenbolê jî ji bo vê yekê xwedî cihekî girîng e."
 
'Werin em dengê xwe bikin yek'
 
Yasemînê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Weke ku em têkoşîna xwe li her deverê didin berdewamkirin em ê li kolanan jî berdewam bikin. Di salvegera feshkirina Peymana Stenbolê de, bi pêşeniya DAKAP'ê em ê çalakiyek girseyî lir dar bixin. Werin em bi hev re li berxwe bidin."
 
'Em li dijî qirkirina jinan kom bibin'
 
Aktivîsta TJA'yê Elîf Turan diyar kir ku Peymana Stenbolê ji bo jinan xwedî girîngiyek mezin e û wiha pê de çû:"Peymana Stenbolê di şevekê de ji aliye rejîma yek zilamî ve hate feshkirin. Di pêvajoya salekê de qetlîamên jinan, bûyerên destdirêjî û tecawuzê zêdetir bûn.  Bi taybetî polîs, leşkeran tecawizî gelek jinan kirin. Ev jinan teşwîqî întixarê hatin kirin an jî ji aliyê wan mêran ve hatin qetilkirin. Ev pîşeyê wan qetilkaran jî weke zirxekê wan diparêze. Bi polîtîkayên bêcezahiştinê re ew tên xelatkirin. Em jin ji bo parastina destkeftiyên xwe tim li qadan bûn. Piştî feshkirina Peymana Stenbolê jî em di nava tevgerê de ne. Ji îro şûnde jî ji bo parastina destkeftiyên xwe em li qadan e. Em ê di 1'ê Tîrmehê de jî, ji bo parastina xwe li Parqa Rojava kom bibin. Em hemû jinan jî vedixwînin meşa wê were lidarxistin."