Şêrîn Hesen: Çalakiya Zîlanê bi cesaret û dîrokî bû

  • 09:04 30 Hezîran 2022
  • Rojane
Sidra Mamo
 
ŞEHBA  - Endama Koordînasyona Kongreya Star a harêma Efrînê Şêrîn Hesen têkildarî salvegera 27'emîn a şehadeta têkoşer Zîlan wiha got: "Zîlanê ne tenê ji bo jinên kurd ji bo hemû jinên cîhanê li berxwe da. Hişt ku jin rastiya xwe derxin holê. Loma ji bo bibîrananîna salvegera şehadeta têkoşer Zîlan, em ê weke Kongreya Star a herêma Efrînê li Kantona Şehbayê, nameya Zîlanê bixwînin. Her wiha di 30'yê Hezîranê de wê mitîngeke girseyî li vê derê were lidarxistin. Ji bo vê yekê jî em weke jin soza mezinkirina tekoşînê û şopandina rêya şehîdan carek din nû dikin."
 
Di 10'ê Tebaxa 1971'ê de Zeynep Kinaci (Zîlan) ji dayik bûye û ji bajarê Meletiyê yê Bakurê Kurdistanê ye. Têkoşer Zîlan piştî ku tevlî nava tevgera azadiyê dibe, piştî salekê çalakiyek fedayî li Bakurê Kurdistanê li dar dixe. Bi vê yekê hem derbeyek mezin li dewletê dixe hem jî tirsek mezin di dilê wan de diçîne. Têkoşer Zîlan bi çalakiya xwe bandorek mezin li ser Tevgera Azadiyê û gelê kurd dike. Têkildarî mijarê Endama Koordînasyona Kogreya Star a herêma Efrînê Şêrîn Hesen bi ajansa me re axivî û nirxandin kir.
 
'Gelo têkoşer Zîlan behsa jiyanek çawa dike?'
 
Şêrîn Hesen di destpêka gotinên xwe de behsa têkoşer Zîlan kir û wiha got: "Di destpêkê de di şexsê pakrewan Zîlan de em hemû pakrewanên azadiyê yên ku canê xwe fedayî vî gelî kirine bi rêzdarî bi bîr tînin. Têkoşer Zîlan ji bajarê Meletiyê yê Bakurê Kurdistanê ye. Têkoşer Zîlan jinek Elewî ye û di sala 1971'ê de ji dayik bûye. Her wiha Zîlanê di zanîngehê de beşa derûniyê xwendiye. Di sala 1995'an de Zîlan tevgera azadiyê nas dike û berê xwe dide nava tevgerê. Heta salekê di nav tevgerê de kar û xebatê dide meşandin, piştre Zîlanê di 30'yê Hezîrana 1996'an de çalakiyek fedayî li dar dixe. Lê belê beriya ku çalakiya xwe ya fedayî li dar bixe nameyekê ji bo hemû hevalên xwe û Rêber Apo dinivîse. Zîlanê di nameya xwede dibêje 'Ji ber ez ji jiyanê hez dikim, ez ê vê çalakiyê li dar bixim'. Bi rastî jî mirov ji xwe pirs bike, gelo têkoşer Zîlan behsa jiyanek çawa dike?"
 
'Bi çalakiya xwe derbeyek mezin li dilê dijmin xist'
 
Şêrîn Hesen di berdewamiya gotinên xwe de da zanîn ku armanca têkoşer Zîlan a têkildarî vê çakaliya fedayî ku derbeyek mezin li dilê dijmin xist ji bo doza gelê kurd bû û wiha pê de çû: "Sê armancên sereke yên çalakiya têkoşer Zîlan hebûn. Ji ber ku di 1996'an de komployek ji bo hedefgirtina Rêber Apo di hundirê Şamê de tê kirin, têkoşer Zîlan bi vê çalakiyê bersivê dide dijmin. Her wiha têkoşer Zîlan dixwaze tola komkujiya Dêrsimê ya ku di sala 1937'an de li ser gelê kurd de tê meşandin, hilgire. Armanca din jî ew e ku têkoşer Zîlan xwest bersivek mezin bide zihniyeta baviksalarî ya ku bi hezaran sala civak kiribû kole. Ji ber ku her tim têkoşer Zîlan di nav nakokiyên jiyanî de lêgerîn dikir, her tişt di jiyanê de bi pirsa çima, dest bi lêkolînên xwe kiriye. Ruxmê ku têkoşer Zîlan tenê salekê di nav tevgerê de mabû lê dîsa jî her tim lêgervana rastiyê bû."
 
'Gelekî di bin fikir û felsefa Rêber Apo de bû'
 
Şêrîn Hesen diyar kir ku ji ber têkoşer Zîlan ji fikir û felsefa Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan bi bandor bû û berê xwe da rêya azadiyê û wiha dom kir: "Ji ber ku Rêber Apo gelek girîngî da xebatên jinê, gelek kar û xebat ji bo rêxistina jinê da meşandin. Ji ber ku ev cara yekem e ku kesek ji bo doza kurd ango mafê gelê kur li dijî desthilatdariyê têkoşînê dike. Bi taybet Rêber Apo ji aliyê jinê ve girt dest. Rêber Apo got ger ku em dixwazin civakekê ber bi pêşketinê bibin û ji pişaftinê xelas bikin wê ev yek bi destê jinê be. Ji ber vê yekê têkoşer Zîlan gelek bi fikir û felsefa Rêber Apo bi bandor bû. Ruxmî ku Rêber Apo tu car nedîtibû lê bi fikir û felsefa wî xwe gihand rastiyê."
 
'Çalakiya Zîlan bi cesaret û dîrokî bû'
 
Şêrînê nirxandinên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan ên têkildarî çalakiya têkoşer Zîlan de anî ziman û wiha bi lêv kir: "Piştî ku têkoşer Zîlan çalakiya fedayî li dar dixe Rêber Apo ji bo Zîlan dibêje 'Zîlan mamosteya min e'. Çalakiya Zîlan çalakiyek bi cesaret û dîrokî bû. Di 30'yê Hezîranê de dema ku li Bakurê Kurdistanê hejmarek mezin ji leşkerên dewleta tirk kom dibin, têkoşer Zîlan çalakiya xwe li dar dixe. Ji ber vê sedemê tirsek mezin dixe dil û mejiyê dijmin. Piştî şehadeta têkoşer Zîlan di 8'ê Adara 1998'an de Rêber Apo projeya îdeolojiya rizgariya jinê pêşkêşî rêxistina jinê dike."
 
'Xweziya tiştek ji laşe min buhatir hebaya, min fedayî gelê kurd kiriba'
 
Şêrînê bal kişand ser gotinên têkoşer Zîlan ên ku di nameya xwe de nivîsandibû û wiha got: "Dîsa têkoşer Zîlan di nameya xwe de wiha gotibû 'Xwezî tiştek ji laşê min buhatir hebaya, min ê diyarî gel û Rêberê xwe kiriba'. Ev gelê ku her tim qirkirin li ser wan hatiye ferzkirin heq dikin ku tiştekî bihatir min ji bo wan bikiraya. Her wiha Rêberê ku ji bo doza kurd li berxwe dide, heq dike. Çalakiya têkoşer Zîlan bandorek pir mezin û erênî li ser her çar perçeyên Kurdistanê kir. Ji ber vê yekê em jî weke jinên kurd têkoşer Zîlan ji xwe mînak dibînin. Ji ber heta niha li ser şopa wan em rêxistin û siyaseta xwe didin meşandin. Ji ber ku şehîdên me hêz û moralê me yê manewî ne. Bi taybet  berxwedana me ya 58 rojan ên jinên Efrînî bi saya şehîdên me ye û bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo ye. "
 
'Çalakiya Zîlanê bandor li ser hemû jinan kir'
 
Şêrînê di dawî de peyama berdewamkirina têkoşîna li dijî zihniyeta desthilatdar da û wiha bi dawî kir: "Tu car dijmin nikare siyaseta qirkirin û tunekirinê li ser me bide meşandin, ji ber ku ev gel wê her tim li ser piyan be. Wekî têkoşer Zîlan. Zîlanê ne tenê ji bo jinên kurd ji bo hemû jinên cîhanê li berxwe da. Hişt ku jin rastiya xwe derxin holê. Loma ji bo bibîrananîna salvegera şehadeta têkoşer Zîlan, em ê weke Kongreya Star a herêma Efrînê li Kantona Şehbayê, nameya Zîlanê ji hemî jinan û gel re bixwînin. Her wiha di 30'yê Hezîranê de wê mitîngeke girseyî li vê derê were lidarxistin. Ji bo vê yekê jî em weke jin soza mezinkirina tekoşînê û şopandina rêya şehîdan carek din nû dikin."