'Divê em gundê xwe, welatê xwe û rastiya xwe biparêzin'

  • 09:02 30 Hezîran 2022
  • Rojane
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Li dijî bişaftinê gund yek ji warên xwe parastinê ye. Jinên li gundê Barmana girêdayî navçeya Stewrê dijîn jî bi parastina zimanê xwe, cil û bergên xwe û jiyana xwe balê dikşînin. Jin dibêjin ji bo zimanê kurdan û eslê wan tune bikin sîstema heyî wan dibin bajaran û wan li wir asîmîle dikin û wiha didomînin:"Dozek me heye û pêwîst e em vî zimanî û çandê biparêzin. Loma divê em gundê xwe, welatê xwe û rastiya xwe biparêzin."
 
Kurdan her tim xwe spartine çiyan û di nav geliyan de bi cih bûne. Di nav yekîtiyê de, zimanê xwe çanda û xwe û hebûna xwe parastine. Desthilatdarên bi aramanca dagirkerî û bişaftinê ketine nav axa kurdan xwestine kurdan ji cihê xwe lê parastine belav bikin û tune bikin.  Gundîtî, çand û zimanê kurdî bi ‘cahiltiyê’ bi nav kirin. Bi vî rengî hat xwestin kurd ji rastî û xwezaya dûr bikevin. 
 
Her wiha kurdên ku gundên wan hatin şewitandin û neçarê koçberiyê hatin kirin di hundurê metropolan de bi rêbazên medyayê, dibistanê û her wekî din re hatin bişaftin. Li gel têkoşîna kurd li dijî van êrişan didin jî, li gundan têkoşînek mezin heye. Bi xwezaya xwe, kar û barê tên kirin, bi cil û bergên xwe heta kofiya diavêjin ser serê xwe û zimanê xwe yê resen re ew rastiya xwe diparêzin. Bêyî ku jê şerm bikin, bi serbilindî hildigirin. Me jî jiyana jinên li gundê Barmana girêdayî navçeya Stewrê ya Mêrdînê dijîn şopand û ji wan têkildarî bişaftinê û parastina çandê nêrîn girt. Jinan qala jiyana xwe kirin. 
 
Ji salên 90'î ve êriş li ser wan pêk tên
 
Ji salên 1980'ê heta dawiya salên 1994'an de herî kêm 4 hezar gundên kurdan hatin valakirin. Li gorî vê jî bi qasî 3 milyon kurd koçber bûn. Herî dawî jî piştî salên 2009'an jî herî kêm milyonek kurd koçber bûn. Yek ji wan gundan jî gundê Barmanê ye ku di salên 1994'an de leşkeran êriş kiriye û gef li welatiyan dane xwarin. Zêdeyî malbatan ji gund derketin û kêm kes jî li ber êrişan li berxwe dan û di gund de man. Di wê pêvajoyê de cendermeyan gef li Ettê Baştaş jî dane xwarin. Kurê wê di wê demê de tê girtin û piştî 12 salan hate berdan. Ettê ya 70 salî ruxmê temenê xwe yê mezin jî karê çandiniyê û parastina bîstanê xwe dike.
 
'Ruxmê her tiştî me dev ji gundê xwe berneda'
 
Etê têkildarî kurtejiyana xwe ev gotin parve kir:"Di salên 90'î de me eziyetên mezin dît. Di her serdegirtina cendermeyan de xaniyê me serû bin dihat kirin û kesek ji me nediborîn. Li me didan her wiha heqaret û zilm dikirin. Piştre jixwe ji ber kurê min hate girtin jiyana me li ber deriyê girtîgehan derbas bû. Ji ber wê yekê ez li gelek bajaran geriyam. Lê belê ruxmê her tiştî me dev ji gundê xwe berneda. Em bi cihekî ve neçûn. Zarokên min û yên kurê min li erdê man. Derfeta me ya revê jî nemabû. Ez jî tim karê çandiniyê dikim. Di ber zarokên xwe de min ked da û hîna berdewam dikim. Gundên me, jiyana me xweş e. Dibe ku zehmet be lê belê em eslê xwe dijîn. Her ku diçe kes eslê xwe wenda dikin. Tiştek ji zimanê me û çanda me xweşiktir nîne. Ez tim ji zarokên xwe re jî dibêjim bi kurdî bijîn. Li gund têkiliya me jiyana me tim bi kurdî ye. Em dema li nasên xwe yên li bajaran temaşe dikin zarokên wan tên vir tenê bi tirkî ne. Ez şaş dimînim. Em dibêjin le ev bedela bi salan ji bo çi ye?
 
'Ruxmê hemû zehmetiyan gund xweş e'
 
Bedriye Saçan a di nav zeviyê xwe de çandiniyê dike jî ji bo bi me re biaxive berê bêhna xwe vedide. Çayê li ser kuçikê xwe çêdike û qala zehmetiyên dijîn dike û wiha dewam dike:"Em bêhtir jin dixebitin. Di ber zarokên xwe de jî em dixebitin. Lê belê li ber vê zehmetiyê jî dilê mêran bi jinan naşewite. Em tim dixebitin saeta em nexebitîn jî weke ku me qet kar nekiriye. Ruxmê hemû zehmetiyan jî gund xweş in. Niha tu çiqas xweşiya bajaran bidî min jî ez naçim. Yên ku ji gundan koç kirine zêdetir eslê xwe wenda kirine. Lê şikir ku me eslê xwe, kurmancitiya xwe wenda nekiriye. Sebra min li qewmê min û mirovên min tê. Li gorî min ev qenciya herî mezin e. Divê mirov ji qewmê xwe û welatê xwe re bibe. Yên ji qewmê xwe û welatê xwe re nebe ji kesî re nabe."
 
'Ziman parçeyekî ji me ye'
 
Bedriyeyê bi lêv kir ku ziman parçeyekî ji me ye wiha pê de çû: "Ciwanên niha hinek xwe wenda kirine. Ji eslê xwe dûr ketine. Heyf e ku mirov vê ziman û çanda xweşik wenda bike. Em carek ji ber nexweşiyê neçar man çûn Stenbolê. Jinika ku xebatkara nexweşxaneyê bû ji me re got 'Ev çi ziman e bi Tirkî biaxivin'. Min ji jinikê pirsî ka tirk e yan kurd e. Wê got ez tirk im. Min jî got ez kurd û keça kurda me. Ev jî zimanê min yê dayikê ye. Min got ger tu ji bi zimanê min bikarî biaxivî ez ê jî bi zimanê te biaxivim. Ji min re got nikarim, min jî got wê demê neaxive. Em diçûn ku derê em ê bi zimanê dayika xwe biaxivin. Ev parçeyek ji me ye."
 
'Ev 30 sal in em koçber in'
 
Xurbet Saçan a li ser erdê xwe bi avdanê mijûl dibû jî wiha got: "Em serê biharê dest bi kar dikin. Xebata rez û zeviyan e. Em eşêfê dikin, lema diçînin, em mişar dikin. Em di rez de jî binê mêwan vedikin û wan dikezixînin. Em îro jî hatine avdanê. Gundiyên me zêdetirîn karê çandiniyê û ajalvaniyê dikin. Bi vî rengî debara xwe dikin. Di salên 90'î de ji ber gef û zilma dewletê me dev ji axa xwe berda û koçî qezê bûn. Cardin jî dilê me negirt ku zêde em dûr bikevin. Ev 30 sal in em çûne navçeyê, lê cardin jî lingekî me li vir e. Em biharê û payîzê li vir in. Tenê zivistanan diçin qezê. Sebra me jî qet li wir nayê. Mirovatiya gundan û mirovatiya bajaran cuda ye. Qet ne wek hev in."
 
'Li bajaran eslê xwe wenda dikin'
 
Xurbetê wiha dawî li axadftina xwe anî: "Ji ber zilmê gelek kesan ji gundê xwe koç kirin. Lê belê pêwîst e niha veger çêbibe. Divê herkes werin ser axa xwe. Jiyana xweş û rast li vir e. Tiştekî weke zimanê mirov, axa mirov û mirovatiya mirov tune ye. Yên ku çûne bajaran xwe xira dikin. Hemû kurd li bajaran kom kirine û zimanê wan tune dikin. Gelek jê hatine bişaftin. Em mirovên xwezayê ne. Em li vir di nav xwezayê de û di nava hev de ne. Em hev nas dikin û yên hev in. Li bajaran kî çiye mirov nizane. Divê mirov li axa xwe, li zimanê xwe û welatê xwe xwedî derkeve."