Dayikên Aştiyê: Derdê Erdogan diyar e lê yê Barzanî çi ye?

  • 09:01 30 Hezîran 2022
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê ya ku bi hevkariya PDK'ê tê kirin şermezar kirin û gotin: "Em Kurdistaneke bê Barzanî dixwazin. Ji ber ku Barzanî îxanetê li me dike. Xwîna keç û xortên me li çiyayên Kurdistanê tê rijandin. Ev îxanet dê di dîroka kurdan de cih bigire." 
 
Bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), êrişên Arteşa Tirk a li hemberî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê ya Herêma Federal a Kurdistanê didomin. Bertek û nerazîbûnên li hemberî êrişan didomin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê derbarê êrişên ku pêk tên de axivîn û bertekên xwe anîn ziman. 
 
‘Barzanî çi dixwaze, derdê wî çiye?’
 
Dayika Aştiyê Sureyya Yilmaz, êrişên li Herêma Federal a Kurdistanê şermezar kir û got: “Ev êriş bandorê li ser me dike. Dilê me dayikan dişewite. Barzanî çawa vê xiyanetê dike. Çawa xwe firotiye? Barzanî jî bi xwe kurd e. Çima dijminatiyê li me dike. Çi dixwaze derdê wî çiye? Zarokên me hem li girtîgehan hem jî li çiyê tên qetilkirin. Me derdê Erdogan fêm kir dijminê me ye.  Çi doza wî bi me heye? Bila destên xwe yên qirêj ji Başûr vekişîne. Em wî şermezar dikin. Bila ev şer û xwîn bisekine. Em naxwazin tu dayik bigirîn. Em şer naxwazin. Em aştî û azadiyê dixwazin."
 
‘Ev îxanet dê di dîroka kurdan de cih bigire' 
 
Dayika Aştiyê Turkan Durç jî da zanîn ku ji dîrokê heta îro her tim kurd bi êrişan re rûbirû mane û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Şer bi xwe re kuştin û komkujiyan tîne. Şer dilê dayikan dişewitîne. Dayik tu carî şer naxwazin. Dayik hertim bi çarika xwe ya spî daxwaza azadiyê dikin. Em bang li hikûmetên Başûr û Tirkiyeyê dikin ku bila ev şer bisekine. Şer malxirapbûn û talankirine. Em naxwazin êdî zarokên me jiyana xwe ji dest bidin. Em bang hemû dayikên cîhanê dikin ku werin em dest bidin destên hevdû û vê şerê bi hev re bidin sekinandin. Em xwişk û birayê hevdû ne û em bang li Mesûd Barzanî jî dikin ku dev ji vê dijminatiyê û îxanetê berde. Dirav xilas dibe lê îxanet xilas nabe. Ev îxanet dê di dîroka kurdan de cih bigire." 
 
‘Em Kurdistaneke bê Barzanî dixwazin’
 
Dayika Aştiyê Halîme Kaya jî hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re pêk tê şermezar kir û wiha axivî: “Em Kurdistaneke bê Barzanî dixwazin. Ji ber ku Barzanî îxanetê li me kir. Xwîna keç û xortên me li çiyayên Kurdistanê tê rijandin. Barzanî divê rê neda tirkan û faşîstan. Me tu carî şer nexwest û em îro jî naxwazin. Erdogan gelan bi birçîbûnê tîne rê û wan dişîne ser zarokên me. Leşkerên bi pere dîşe şer û zarokên me dide kuştin. Dewletek zalim û xayîne. Barzanî bila xwe neke hevalê xayînan. Li wan çiyayan xwîn tê rijandin qet dilê Barzanî naşewite? Ger ku em taştê bin ew jî firavîne. Bila dayikên tirk û kurd li hember vê şerê bibin yek. Barzanî bila ji vê rêya îxanetê demildest vegere.”
 
‘Dawî li vî şerê bînin...' 
 
Dayika Aştiyê Besna Gunay, wek dayikên din hest û ramanê xwe wiha anî ziman: "Bila êdî xwîn neherike. Em jî dixwazin zarokên me wek hemû zarokên cihanê bijîn. Em vê şerê şermezar dikin. Em şer naxwazin û bila êdî dayik rondikan nebarînin. Em bang dayikên tirk, erep û çerkezan jî dikin ku bila werin li dijî şer têbikoşin. Em wek Dayikên Aştiyê ji bo ev şer bisekine, ji bo aştî û edalet pêk bê di nav hewldanan de nin. Bi salane em edalet, azadî û aştiyê daxwaz dikin. Em bang li Barzanî û malbata wî jî dikin; tu jî kurdî û vê şerê qirêj bide sekinandin. Çawa li hember vê şerê bêdeng dimînin û rê didin şer. Barzanî bila dawî vê xiyanetê bîne. Dayik êşa dilê dayikan zane. Ji ber vê em dibêjin bila dawî vî şerê binîn. Em ji bo zarokên xwe azadî, aştî û wekheviyê daxwaz dikin."