ROJEVA 30'Ê HEZÎRANA 2022'YAN

  • 09:00 30 Hezîran 2022
  • Rojev
* Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê ya ku bi hevkariya PDK'ê tê kirin şermezar kirin û gotin: "Em Kurdistaneke bê Barzanî dixwazin. Ji ber ku Barzanî îxanetê li me dike. Xwîna keç û xortên me li çiyayên Kurdistanê tê rijandin. Ev îxanet dê di dîroka kurdan de cih bigire." BI DÎMEN 
 
*Li dijî bişaftinê gund yek ji warên xwe parastinê ye. Jinên li gundê Barmana girêdayî navçeya Stewrê dijîn jî bi parastina zimanê xwe, cil û bergên xwe û jiyana xwe balê dikşînin. Jin dibêjin ji bo zimanê kurdan û eslê wan tune bikin sîstema heyî wan dibin bajaran û wan li wir asîmîle dikin û wiha didomînin:"Dozek me heye û pêwîst e em vî zimanî û çandê biparêzin. Loma divê em gundê xwe, welatê xwe û rastiya xwe biparêzin."
 
*Ji Med Tv ku di kevneşopiya Çapemeniya Azad de di qada televîzyonê de ya yekem bû, heta îro gelek kanal hatin girtin û bi zextan re hatin rû hev. Dîsa televîzyona kurd îro hîna her diçe mezin dibe. DOSYA-4
 
*Endama Koordînasyona Kongreya Star a harêma Efrînê Şêrîn Hesen têkildarî salvegera 27'emîn a şehadeta têkoşer Zîlan wiha got: "Zîlanê ne tenê ji bo jinên kurd ji bo hemû jinên cîhanê li berxwe da. Hişt ku jin rastiya xwe derxin holê. Loma ji bo bibîrananîna salvegera şehadeta têkoşer Zîlan, em ê weke Kongreya Star a herêma Efrînê li Kantona Şehbayê, nameya Zîlanê bixwînin. Her wiha di 30'yê Hezîranê de wê mitîngeke girseyî li vê derê were lidarxistin. Ji bo vê yekê jî em weke jin soza mezinkirina tekoşînê û şopandina rêya şehîdan carek din nû dikin." BI DÎMEN
 
*Rojnameger Bêrîtan Elyakut ku heval û hevpîşeyê rojnameger Razaman Gecîken ê hat girtin e, diyar kir ku wê şahidiya rojnamegeriya hemû rojnamegerên hatine girtin kiriye. Berîtanê wiha dirêjî dayê: “Êrîşa li hember çapemeniyê bi armanca bêdengkirinê ye, bi armanca ku rastiya welat tune bibe û di çapemenya xwe de bi gotinên xwe derkeve pêş e.” BI DÎMEN
 
*Jinan diyar kir ku wê bi bi dirûşma ‘Em ê bi hev re qezenc bikin’ tevlî 5’emîn Kongreya Mezin a Awarte ya HDP’ê ya li Enqereyê pêk bê bibin û gotin: “Her kes bila bê, bila xwedî HDP’ê derkeve. Her wiha beyî HDP’ê li Tirkiyeyê siyaset ne pêkan e." DÎMEN HEYE 
 
*Jinên Amedê bi wesîleya salvegera feshkirina Peymana Stenbolê di 1'ê Tîrmehê de dimeşin. Jinên çalakvan ji bo beşdarbûna meşa wê were lidarxistin bang kirin û gotin: "Ji bo parastina destkeftiyên xwe û ji bo jiyana xwe werin em bibin yek." DÎMEN HEYE 
 
*Dayika girtiyê nexweş Abdulkadir Aksu, Hedla Aksu di kêliya dawiyê ya jiyana xwe de nehat hiştin ku zarokê xwe yê girtî bibîne. Xeribe Erdem a ku bû şahida hesreta 30 salî ya dayikekê ya ji bo zarokên xwe daxwaza tehliyekirina girtiyên nexweş kir û wiha got:"Bila deriyên zindanan vebin. Bila zarokên dayikan li hundur jiyana xwe ji dest nedin." DÎMEN HEYE 
 
* Parêzer Hatîce Ezgî Gungordu bertek nîşanî ferzkirina îfadedayîna siyasetmedar Aysel Tugluk da û got: "Di hiqûqa Tirkiyeyê de parastina qismî nîne. Lê dadgeh bi israr dixwaze parastina Ayselê bigire. Hiqûq nayê bicihanîn. Li cem me komîteyek heye ku xwe ji hestên mirovahî û wijdanî dûr dixe." Birayê Ayselê yê mezin jî diyar kir ku rewşa Ayselê ne baş e û divê şert û mercên dermankirinê bên peydakirin. BI DÎMEN