Mazmum Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

  • 19:10 29 Hezîran 2022
  • Rojane
AMED - Bi wesîleya bibîranîna rojnamevan Mazlûm Erencî malbata wî û di jimarek zêde de hempîşeyên wî rûxmê astengîya polîsan li ser gora Mazlum kom bûn.
 
Rojnamevan Mazlûm Erencî ku di 29'ê Hezîrana 2011'an de li bejahiya navçeya Çemişgezek a Dersimê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê hat bibîranîn. Malbata Mazlum Erencî û rojnamevan tevli bîranînê bûn. Malbata Mazlum û di jimarek zêde de hempîşeyên wî ji beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Ji bo merasîma bîranînê malbata Mazlûm Erencî di nav de gelek hempîşeyên wî li goristanê amade bûn. Polîsan gör dorpêç kirin û di serî de destûr nedan ku hempîşeyên wî beşdar bibin. Lewra li ser nerazîbûna malbatê hempîşeyên wî beşdarî merasîmê bûn. Lê bi hinceta ku li ser goran daxuyanî hatiye qedexekirin destûr nehate dayîn daxuyanî yan jî axaftin were kirin.