Bila Mehmet Emîn Ozkan û hemû girtiyên nexweş bên berdan

  • 16:24 29 Hezîran 2022
  • Rojane
ÎZÎMR - Xizmên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin ku di Nobeda Edaletê de ne bang li Wezîrê Edaletê û Serok Komar Erdogan kirin ku di serî de gitiyê 83 salî Mehmet Emîn Ozkan û hemû girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan. 
 
Malbatên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û girtiyên nexweş, li Îzmîrê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Di roja 80’emîn a çalakiyê de malbat çûn ber deriyê Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Bucayê. Di çalakiyê de malbatan berdilkên li ser wan dirûşmên “Azadî ji girtiyên nexweş re” û “Dengê girtiyan bibihîzin” li xwe kiribûn. 
 
Di çalakiyê de yek ji xizmên girtiyan Sûltan Yagmekan anî ziman ku îşkence li zarokên wan tê kirin û wiha got: “Hemû mafên girtiyan tên binpêkirin. Qawîş û dolabên wan hatine serûbinkirin. Girtiyên edlî dikin qawîşên girtiyên siyasî. Divê kurê min Firat bê emeliyatkirin. Lê belê emeliyata wî nayê kirin. Rewşa hemû girtiyan bi vî awayî ye. Ez li vê derê bang li wezîrê edaletê û serokkomar dikim; destê xwe deynin ser wijdanê xwe û dengê me bibihîzin.” 
 
'Gelo ji mirovekî 83 salî çi dixwazin'
 
Bi domdarî Sultanê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî û axaftina xwe wiha qedand: “Çendek roj berê dîsa birin nexweşxaneyê û jê re gotin; ‘dikare di girtîgehê de bimîne.’ Gelo hûn ji mirovekî 83 salî çi dixwazin? Heta girtiyên nexweş tên dermankiprin jî dê têkoşîna me berdewam bike. Em ê dengê xwe bi hemû dinyayê bidin bihîstin. Tenê dayikek jî bimîne em ê vê têkoşîna xwe bidomînin.”