Li Êlihê jinek hat birîndarkirin û li Muşê jî jinek bi gûman hat kuştin

  • 13:42 29 Hezîran 2022
  • Rojane
ÊlIH / MÛŞ - Li Êlihê jinek bi çekê hat birîndarkirin. Jina ku birîndar rakirin nexweşxaneyê hat diyarkirin ku xeteriya wê ya jiyanê berdewam dike. Li Mûşê jî jinekê bi guleya çekê bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da.
 
Li Taxa Pazaryerî ya Êlihê mêrê ku navê wî nehat zanîn bi çekê jinek birîndar kir. Mêrê ku jin bi giranî birîndar kir hewl da xwe jî bikuje.
 
Li ser agahdarkirina kesên li derdorê tendirustvan hatin cihê bûyerê. Di mudaxeleya hat kirin de jin û mêr tevde rakirin nexweşxanyê. Hat diyarkirin ku xeteriya herduyan a jiyanê jî berdewam dike.
 
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
 
Li Muşê jinek bi awayê bi gûman hat kuştin
 
Li Gundê Azaxpur ê Korkuta Mûşê jî hat diyarkirin ku jina 35 salî  Velat Karbalik bi awayekî bi gûman bi guleya çekê jiyana xwe ji dest daye. Piştî ku agahî dan xizmên wê tendirustvan û polîs çûn cihê bûyerê. Tendirustvanan diyar kir ku Velat Karabalik jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wê ji bo otopsyê rakirin morga nexweşxaneya navçeyê.
 
Piştî ku Velatê jiyana xwe ji dest da mêrê pê re zewicandî û xizmekî wî li ser gûmanê hatin binçavkirin.
 
Hat diyarkirin ku Velatê ji Mêrê pêre zewicandî tundî didît û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.