Nobeda Edaletê di roja 478'an de berdewam dike

  • 12:49 29 Hezîran 2022
  • Rojane
RIHA - Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar nobeda  Edaletê ya ku dabûn destpêkirin di roja 478'an de berdewam dikin. 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar ku li pêş edliyeyê daye destpêkirin di roja 478’emîn de berdewam dike. Nobeta ku Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe nikaribû tev li bibe, Ferît Şenyaşar domand. 
 
Ferît Şenyaşar, êrişa duh ji aliyê malbata nexweşekî ve li personelekî tenduristiyê hate kirin û berteka tenduristvan a çirandina dîplomaya wî ya piştî berdana êrişkar bi bîr xist û wiha got: “Duh her kes bû şahid ku li Rihayê ji Tirkiyeyê cûdatir hiqûqek tê pêkanîn.” Ferît, diyar kir ku li Rihayê hiqûqa serdestan tê pêkanîn û wiha berdewam kir: “Ji Serdozgeriya Rihayê heta Wezareta Dadê heta Serokkomar her kes vê bûyerê baş dizane. Di holê de heqîqetek, bêhiqûqiyek û zulmek heye. Em vê zilmê dikişînin lê kesên vê bihiqûqiyê ji nedîtive tên wê winda bikin. Wê dawiya dawî edalet serbikeve.”