Parêzerê Gulistan Doku: Em ê dosyayê bişînin AYM'ê

  • 11:18 29 Hezîran 2022
  • Rojane
Derya Ren 
 
AMED - Dîmenê kamerayê yê 3,5 saetan ê aîdî Gulistan Doku şandin Buroya Krîmînal a Navneteweyî. Parêzerê dosyayê Alî Çîmen bal kişand ser kêmasiyên di nava lêpirsîna 2 salan de û wiha got:"Ji ber binpêkirina mafê darizandina adîlane û neparastina mafê jiyanê rêya me ya serlêdana Dadgeha Makeqanînî vekirî ye."
 
Di 5'ê Çileyê 2020'î de xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê ya Dêrsimê Gulistan Doku bi awayekî bi guman winda bû. Malbata Gulistanê di heman rojê de hat Dêrsimê û serlêdana "îhbara windabûnê" kir. Li ser vê yekê xebatên lêgerînê dest pê kirin û hat hînbûn ku telefona Gulistanê herî dawî li Sarısaltuk Viyadugu ya li ser Gola Benda Uzunçayirê hat dîtin. Li ser îhtimala dibe ku Gulistanê xwe avêtibe avê li Çemê Mûnzûrê xebatên lêgerînê hatin kirin. Tevî daxwazên parêzer û malbata Gulistanê xebatên lêgerînê yên bejahî yên ji bo Gulistanê nehatin meşandin. Rayedarên dewletê bi israr gotin Gulistanê di nava avê de ye û xebat bi berfirehî nehatin meşandin. 
 
Gumabarê sereke Zainal Abarakov ê hevalê Gulistanê û bavê wî Engin Yucel heta niha nehatin binçavkirin. Derheqê wan de lêpirsîn jî nehat meşandin. Sala borî di meha tebaxê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê ve derbarê Gulistanê de lêpirsîn hat destpêkirin. 
 
Di rojên borî de di dosyayê de pêşketineke nû derket. Dîmenê kamerayê yê 3,5 saetan ê aîdî Gulistan Doku şandin Buroya Krîmînal a Navneteweyî. Parêzerê Gulistan Doku, Ali çimen têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. 
 
'220 rojî li nava avê li Gulistanê geriyan'
 
Ali diyar kir ku lêpirsîna derbarê Gulistanê de ev 906 roj in didomin û bi awayekî berfireh ev nehatiye kirin û wiha domand:"Di dosyayê de derbarê gumanbaran de delîl hebûn lê belê derbarê gumanbaran de biryara girtinê nehat dayin. Gelek daxwazên ji aliyê me hatine kirin nehatine qebûlkirin. Yan jî piştî demeke dirêj bi awayekî kêm tînin cih. Di geşedana dawî de polîsan tespît kirin ku 5'ê Çileyê 2020'î de saet di 12.25'an de li binê pira Dinarê tiştek ketiye avê. Li ser vê yekê 220 rojî di nava avê de li Gulistanê geriyane."
 
'Em ê dosyayê bişînin AYM'ê'
 
Me gotibû em halê dirêj ê dîmenên hatine girtin dixwazin bên lêkolînkirin lê belê ev daxwaza em salek şûnde hat qebûlkirin. Lê belê hîn daxwazên me yên nehatine qebûlkirin mijara gotinê ye. Hîn li ser metaryalên bi guman lêkolîn nahetine kirin. Ji ber binpêkirina mafê darizandina adîlane û neparastina mafê jiyanê rêya me ya serlêdana Dadgeha Makeqanînî vekirî ye. Ger piştî vê astê daxwazên me bên qebûlkirin dê pêkanîna tedbîrên derbarê bersûcan de bibe mijara gotinê. Em ê heta dawiyê şopdarê vê dosyayê bin. Em ê dosyayê bişînin AYM'ê."