ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2022'YAN

  • 09:00 29 Hezîran 2022
  • Rojev
 
* Ahmet Kasirga ê girtî bi rêya telefonê bi dayika xwe Kudret Kasirga re axivî û bal kişand ser rewşa Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê. Kudret, derbarê rewşa girtiyan de fikarên xwe anî ziman û got: "Gardiyan şev nivê şevê bi ser qawişan de girtine û êrişê wan kirine. Em ji jiyana zarokên xwe bi fikarin û em banga xwedîderketina li girtiyan dikin." BI DÎMEN 
 
* Li Amedê 16 xebatkarên Çapemeniya Azad a Kurd ji ber faliyetên rojnamegeriyê hatin girtin. Rêxistinên jinan bang kirin û gotin: “Binçavkirin û girtina rojnamegeran dijhiqûqiyê nîşan dide. Alavên ku rojnameger bikar tîne kirine amûrê sûc. Daraz bi talîmata desthilatdariyê biryarê dide."  BI DÎMEN 
 
*Rojnamevana li Başûrê Kurdistanê xebatê dide meşandin Semîre Saît têkildarî êrişên deshilatdariya dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê dîtinên xwe parve kir. Semîreyê wiha got:"Dewleta tirk vî şerî weke fersendek mezin dinirxîne û ne tenê bi armancekê ket Başûrê Kurdistanê, ji bo bigihêje armanca xwe hemû rêbazên qirêj dide meşandin. PDK ji vê re bingehê ava dike. Di serî de gelê başûr û hemû parçeyên Kurdistanê polîtîkayên PDK û Tirkiyeyê baş fam kiriye û li dijî wê bi bertek in. Bi yekîtiya kurdan re Tirkiye wê ne tenê li Kurdistanê, wê di asta navneteweyî de jî winda bike." DÎMEN HEYE
 
*Rojnamegeriya kurd bi salên 90’î re nasnameya çapemeniya azad derxist pêş. Di salên 90’î de bi rojnameyên hatin derxistin re di lêgerîna heqîqetê de serdemeke nû hat destpêkirin û di vê rêyê de bi sedan bedel hatin dayîn. DOSYA-3
 
*Parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmogullari, ji bo 5’emîn Kongreya Mezin a Awarte ya bi dirûşma "Çareserî em in, gotina me heye" bang tevlibûnê li her kesî kir û got: “Em ê peyama aştiyê bidin Tirkiye û Rojhilata Navîn. Em ê peyama ku wê nikarin partiya me bigirin bidin.” BI DÎMEN 
 
*Jinan bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û diyar kirin ku çareserî bi têkoşînê û hatine aştiyê pêkan e.
BI DÎMEN