Aysel Tugluk bi rêya SEGBÎS'ê tevlî Doza Kobanê bû

  • 16:58 28 Hezîran 2022
  • Rojane
 
 
ENQERE - Siyasetmedar Aysel Tugluk a bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî Doza Kobanê bû ji ber nexweşiya xwe zehmetî kişand ku bersivê bide pirsên hat kirin. 
 
Danişîna 14’emîn a Doza Kobanê ku 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê di roja duyemîn de berdewam dike. Li ser biryara dadgehê ku danişînek beriya niha biryara beşdarkirina dozê ya girtiya nexweş siyasetmedar Aysel Tugluk hatibû dayîn. Li ser vê yekê Tugluk bi alîkariya parêzerên xwe ji Girtîgeha Kandirayê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê hat kirin. 
 
‘Rewşek min a taybet heye’ 
 
Aysel ji ber nexweş e bi zehmetî axivî û zehmetî ji pirsên dadger fêm kir. Serokê dadgehê ji Aysel naveroka hin nûçeyên roportajên ku dabûn pirs kir. Aysel  jî got: “Rewşek min a taybet heye. Ji ber ez nexweş im nikarim xwe bînim ziman. Ji ber nexweşîya xwe ez ê paşê parastina xwe bikim.” 
 
Parêzer Kenan Maçoglu axivî û diyar kir ku raporek nû ya derbarê Aysel de dê bê û ew di rewşek ku nikare parastina xwe bike de ye. 
 
Aysel piştî kêliyekê xwest ku ew ji danişînê veqete. Di vê navberê de siyasetmedarên ku li eywana danişînê bûn, bi Aysel re sohbet kirin. Siyasetmedaran çi got jî lê Aysel ji fêmkirinê zehmetî kişand. Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a ku li heman girtîgehê ye ji Aysel re tiştên ku hatin gotin, ragihand. Siyasetmedaran ji Aysel re gotin “tu çawayî.” Lê Aysel bersiva wan nikaribû bide. Aysel ji Gultan Kişanak re got “tu jî ji wan re bêje hûn çawa ne.” Van gotinên Aysel bal kişand ser xwe. 
 
Aysel li odeya SEGBÎS’ê danişînê dişopîne û danişîn bi parastina Fîgen Yuksekdag berdewam dike.