'Li ser vê axê rêya edalet û aştiyê dê di Roboskê de derbas bibe'

  • 16:52 28 Hezîran 2022
  • Rojane
ENQERE - Tanjû Gunduzalp ê di meha 126’emîn a Komkujiya Roboskê de axivî wiha got: "Li dijî tundiya dewlet û desthilatê heta em ji bo Roboskê û hemû komkujiyan edaletê pêk neyînin em rehet ranazin û nadin razandin jî."
 
Hewldana Edaletê ya Ji Bo Roboskê, têkildarî meha 126’emîn a Komkujiya Roboskê li pêş Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila kujer bên dîtin! Careke din Roboskê pêk neyê” hate vekirin. 
 
Endamê Hewldana Edaletê ya Ji bo Roboskê Tanjû Gunduzalp ê di daxuyaniyê de axivî, bi bîr xist ku lêpirsîna komkujiyê bi neşopandinê hate girtin û wiha got: “Bi destê rêveberî, siyaset, daraza sivîl, daraza leşkerî û hiqûqa navnetewî hewl tê dayîn li ser Komkujiya Roboskê bê girtin.”
 
'Em alîgirê jiyana bi hev re ne'
 
Tanjû, bi lêv kir ku Komkujiya Roboskê tenê yek ji wan cinayetan e ku dewlet jê berpirsyar e û wiha berdewam kir: “Sînorê dewletê jî yê demokrasiyê jî Roboskê ye. Sînorê çareseriyê jî Komkujiya Roboskê ye. Li dij derketina sînoran jî sînorê rêya diçe aştiyê jî; Edaleta ji bo Roboskê ye.”
 
Tanjû ê qala helwesta darazê kir, diyar kir ku diyar kir ku daraz ji bilî piştevaniya bindestan, kesên bên qetilkirin û mexdûran bike, piştevaniya desthilatan dike û got: “Em alîgirê jiyana bi hev re ne. Li dijî tundiya dewlet û desthilatê heta em ji bo Roboskê û hemû komkujiyan edaletê pêk neyînin em rehet ranazin û nadin razandin jî. Li ser vê axê rêya edalet û aştiyê dê di Roboskê de derbas bibe. Roboskê şerma vê axê, birîna nayê kewandin û lêgerîna edaletê ye.”